Gefa kuştinê li ciwanê îşkence lê hatiye kirin û parêzerên wî tê xwarin 2024-07-19 11:12:01 RIHA - Parêzerê Vedat Kurt ê dema heqê xebata xwe dixwest hatibû revandin û îşkenceyên giran lê hatibûn kirin, Yûsûf Onkol diyar kir ku heke bersûcên gefan li miwekîlê wî dixwin neyên girtin, xetere li ser jiyana wan heye.    Ciwanê bi navê Vedat Kurt (22) ji bo xebatê ji navçeya Pirsûsê ya Rihayê çû Antalyayê. Kurt, li Antalyayê dest bi kar kir û dema heqê keda xwe xwestî ji hêla xwediyên kar ve hate revandin û rastî îşkenceyên giran hat. Dîmenên îşkencekirina Kurt hêj jî di rojevê de ne.    Kurt, di cotmeha sala 2020’ê de ji hêla xwediyên kargehê  A. T., O. T., S. T. û A. A. ve hate revandin û rastî îşkenceyên giran hat. Ji parêzerên Kurt, Yûsûf Onkol têkildarî tiştên qewimîn ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Onkol, da zanîn ku bersûc beriya danişînan li miwekîlê wî digerin û gefan lê dixwin. Onkol, got ku xetere li ser jiyana Kurt û parêzerên wî heye.   GEF LI MUWEKÎL Û PARÊZERAN TÊ XWARIN    Onkol, diyar kir ku piştre daxilî dosyayê bûye û wiha got: “Piştî Vedat bûyer vegotî û serlêdana wekaletê, me li naveroka dosyayê nihêrt. Hûrgiliyên me di dosyayê de dîtin, wehameta bûyerê radixe ber çavan. Em bûn şahid ku Vedat hatiye paşguhkirin û hewl dane dosyayê bi demê re vehêlin. Sedema bêdengiya muwekîlê min a heta niha ew bû ku rewşa wî ya madî baş nebû û gefa kuştinê lê dihat xwarin. Dema em çûn danişîna dawî, Vedat got ku ‘Li min geriyan û hem gefa kuştinê li min hem jî li parêzeran xwarin.’ Muwekîlê min nêzî 4 mehan rastî îşkenceya sîstematîk hat. Li gel tundiya fîzîkî, ya psîkolojîk jî lê kirin.”    HELWESTA DADGEHÊ    Bi domdarî Onkol bal kişand ser helwesta dadgehê û ev tişt anî ziman: “Di danişîna 5’ê hezîranê de dadgehê tenê pirsa ‘gelo giliyê te hêj didome?’ kirin. Piştre jî gotin ‘tu rûne bila parêzerê te biaxive.’ Bûyereke li 4 salan hatiye vehêlandin heye. Di vê pêvajoyê de her tim li ser telefonê gef lê hatine xwarin.  Vedat nikare alîkariya hiqûqî wergire ku ev yek dema mirov li dosyayê dinêre jixwe xuya dike. Min di danişîna dawî de qala îşkenceya li Filistînê kir û min xwest girêdayî rewşa Vedat bikim. Lê qeyd nekirin. Şandeya dadgehê mafê me yê parastinê bisînor kir. Mafê lêgerîna maf li edliyeyan dibe. Me dît ku rewş muhim e. Lewma me xwest raya giştî jê haydar bibe.”    TENÊ 10 MEHAN GIRTÎ MAN    Onkol, bi lêv kir ku ev bûyer dikeve ber sûcên cezayên demdirêj û wiha got: “Lê bersûc Adem Alici rojekê, Osman Toktaş û Ahmet Tahtaci 2 mehan, Serkan Tumuç jî bi giştî 10 mehan girtî man. Em nizanin bê ka mudaxileyek li dosyayê tê kirin an na. Lê gumanên me hene ku li ser bingeheke hiqûqî nayê meşandin. Em nizanin bê ka bersûc pişta xwe bi kê germ dikin. Ji ber ku beriya danişînê yekser gefan li muwekîlê min dixwin. Di van kesan de rehetiya ‘jixwe ez ê derkevim’ heye. Di vê bûyerê de mijara ‘talanê’ ya di xalên TCK’ê yên 148 û 149’an de hatiye sererastkirin û mijara ‘Kesên bi qesdî êşê bi laşê kesekê din dide kişandin an jî rê li ber xerabûna tenduristiyê vedike ji yek salê heta 3 salan tên cezakirin’ a di xalên 86-87’an de hatine sererastkirin hene. Li ser laşê Vedat şopên îşkenceyê hene. Lewma me xwest sewqî Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê were kirin. Di van cezayan de ji 14 salan heta 28 salan cezayê hefsê heye. Ya ku me heyirî dihêle ew e ku tevî vê rewşê jî negirtî tên darizandin. Di dest de ewqas delîlên cidî hene lê ev kes çawa ewqas kêm girtî dimînin?”    'EM BI KUŞTINÊ RE RÛ BI RÛ NE’   Onkol, destnîşan kir ku her bersûcekî ji yekê zêdetir qeydên sûc hene û axaftina xwe wiha qedand: “Heke ev bersûc neyên girtin, xetereya kuştinê li ser Kurt û parêzerên wî çêdibe. Dê danişîna 10’emîn a dozê di 16’ê cotmehê bê lidarxistin. Em banga hestiyariyê li raya giştî dikin. Em ê rapora ATK’ê bidin dadgehê û li benda girtina bersûcan bisekinin. Heke rapora ATK’ê negihê jî divê ev bersûc bên girtin. Di danişîna dawî de bi rastî jî em ê Vedat bidin axaftin. Vedat dê li cihê pêwîst biaxive. Heke heta niha li dadgehê bidana axaftin, dê îro ev tişt neqewimîbûna. Em ê di 16’ê cotmehê de li benda biryarê bin.”    MA / Ceylan Şahînlî