Li dijî girtina 3 jê dayik 9 kesan îtîraz hat kirin: Di dosyayê de delîl tune ne 2024-07-19 11:45:57   ÊLIH - Li gundê Bilexşê 3 jê dayik 9 kes hatibûn girtin. Parêzerê girtiyan Yûnûs Bagiş diyar kir ku têkildarî îdiaya “alîkarî dane rêxistinê” tu delîl di dosyayê de nînin.    Operasyona leşkerî ya di 22’yê hezîranê de li gundê Bilexşê ya Kercew a Êlihê hatibû destpêkirin, di 6’ê tîrmehê de bi dawî bû. Şêniyên gund bi rojan di dorpêçê de man û leşkeran bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinê de 11 welatî bi lêdanê hatin binçavkirin. Di çarçoveya heman operasyonê de li navenda Êlihê jî 3 kes hatin binçavkirin. Welatiyên hatin binçavkirin, piştî îfadeyê di 9’ê tîrmehê de hatin berdan. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Êlihê di 13’ê tîrmehê de îtîraz kir û li ser vê yekê ji 11 gundiyan Emîne Kaya (54), Nezete Bolek (58), Sare Kaya (59),  Habîb Kaya (61), Îsa Gîtmez (60), Nedîm Kaya (62), Yûsûf Bolek (68), Zubeyîr Şîmşek (41) û keyayê gund Mûrat Gelîr (24) hatin girtin.    Parêzerê malbatan Yûsûf Bagiş têkildarî derhiqûqtî û pêvajoya girtinê ya li Herêma Mawayê ya Heskîfê vegot û got ku di dema dorpêça dawî de gundiyan ji rêxistinên civaka sivîl ên li bajar alîkarî xwestine. Bagiş, got ku hewl dane biçin gund lê di tevahiya qedexeyê de destûr nehatiye dayîn. Bagiş, diyar kir ku şêniyên gund 15 rojan “ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin” û wiha pê de çû: “Nekarîn li sewal û berhemên çandiniyê binêrin. Neçar man ku di nava dûkoleke zêde de bijîn. Ji 6’ê tîrmehê ve li gundê Bileşxê bi ser gundan de hate girtin û 11 kes hatin binçavkirin. Rojekê agahî jê nehatin girtin. Piştre jî hat zanîn ku li Fermandariya Cendirmeyan a Êlihê tên ragirtin.”    Bi domdarî Bagiş anî ziman ku Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Êlihê biryara berdana şêniyên gund da lê li ser îtîraza dozgeriyê 9 kes hatine girtin. Bagiş, wiha got: “Ji bo girtina wan di dest de tu tiştekî şênber tune ye. Dadgeriya Cezayên Sulhê got ku hêmayên sûc tune ne û biryara berdanê da. Di nava 3 rojan de tu delîl neketin nav dosyayê lê dîsa jî biryara girtinê dan. Ev yek nîşan dide ku biryar li ser fermanê hatiye dayîn. Mixabin li gorî fermanê tevgeriyan. Şêniyên gund bi îdiaya ‘bi zanebûn an jî ne bi zanebûn alîkarî dane rêxistinê’ tên tawanbarkirin. Lê têkildarî vê sûcdariyê di dosyayê de tu delîlên şênber nînin.”    ÎTÎRAZ KIRIN   Bagiş, daxuyand ku piraniya kesên hatine girtin temenê wan mezin e û axaftina xwe wiha qedand: “Piraniya wan nexweşên şekir, tansiyon û dil in. Lê tevî vê jî biryar dan ku bi girtî bên darizandin. Xuyaye ku dê nexweşiyên wan girantir bibin. Eşkere ye ku biryara girtinê ya li ser fermanê hatiye dayîn dê xetereyê li ser jiyana gundiyan çêbike. Divê tavilê bên berdan. Me li dijî biryara girtinê îtîraz kir û li benda encamê ne.”