Hate xwestin ku parêzer Çîftçî were berdan 2024-07-19 13:46:07   EDENE - Hiqûqnasên ku girtina parêzer Şuheda Ronahî Çîftçî şermezar kirin, xwestin ku hempîşeya wan demildest bê berdan.    Parêzer Şuheda Ronahî Çîftçî di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ya bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi rê ve dibir di 20’ê Sibatê de hatibû girtin û di 28'ê hezîranê de hatibû berdan, di 30'ê hezîranê de li ser îtiraza dozger careke din hatibû girtin. Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ên Edeneyê, têkildarî jinûve girtina parêzer Çîftçî li avahiya ÎHD’ê daxuyanî dan û bertek nîşanî vê yekê dan.     ‘HEMPÎŞEYA ME HEDEF HATE NÎŞANDAN’    Serokê Şaxa ÇHD’a Edeneyê Baran Taygun Metîn, bi lêv kir ku ji destpêka lêpirsînê heta niha ji aliyê dozgeriyê ve bêhiqûqiyek didome û wiha got: “Divê dosya ji parêzerên wê re were vekirin û ji dozgerê ku dosya kiriye şexsî û peywîra xwe nebaş bikaranîye bê girtin. Divê derbarê hempîşeya me de demildest îdianame bê amadekirin û hempîşeya me Şuheda Ronahî Çîftçî bê berdan.”