PDK’ê li Kerkûkê bi eniya dijî kurdan re lihev kir 2024-07-19 15:11:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê ITC’ê Erşat Salihî ragihand ku wan di mijara diyarkirina Serokê Meclisa Kerkûkê û walî de bi PDK’ê re lihev kirine. YNK'ê jî got: “Em ê tawîzan nedin.”    Parlamanterê Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) Erşat Salihî duh beşdarî bernameyeke televîzyonê bû û got ku di mijara diyarkirina Serokê Meclisa Bajar a Kerkûkê û waliyê bajar de bi PDK’ê re lihev kirine. Berdevkê Yekitiya Niştimîna Kurdistan (YNK) Sadî Ehmed Pîre têkildarî mijarê ji Rojnewsê re axivî. Pîre, got ku ew ê lihevkirine wiha ya têkildarî Kerkûkê qebûl nekin.    Pîre, anî ziman ku hewldanên behsa xeberê ji hêla hêzên herêmê ve tên kirin û wiha ji wan hêzan re got: “Xwe zêde newestînin. Ji ber ku îdareya xwecihî ya Kerkûkê bêyî YNK’ê nayê pêkanîn.”    Berpirsê Malbenda 2 ya YNK’ê ya li Kerkûkê Rewend Mela Mehmûd jî got ku lihevkirina PDK û ITC’ê li wan pîroz be û ev tişt anî ziman: “Helwesta YNK’ê ya li ser vê mijarê zelal e. Walitiya Kerkûkê ya YNK’ê ye. Wezîfeya walitiya Kerkûkê bi tevlibûna hemû aliyan mafê YNK’ê ye.”