Dayikên Aştiyê yên Wanê: Em taştê bin, ew ê firavîn bin 2024-07-20 09:16:37 WAN - Dayikên Aştiyê bertek nîşanî PDK'ê ku rê li ber êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê vedike dan û diyar kirin ku ew naxwazin xwîn birije û şer pêk were û wiha gotin: "Ey Barzanî, şiyar bibe, dema ev kesên tu pê re xiyanetê dikî, dê dayikên ku îro tu xiyanetê lê dikî te rizgar bikin.”   Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistanê dewam dikin û PDK ya ku rê li ber êrişan vedike, di raya giştî ya kurd de bi hêrs û nerazîbûnê re rû bi rû maye. Dayikên Aştiyê yên Wanê bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê ya bi hevkariya PDK'ê pêk tên dan û bang li malbata Barzanî kirin ku ji bo berjewendiyên gelê kurd biryaran bide.    ‘ÇIMA BARZANÎ BI TIRKAN RE HEVKARIYÊ DIKE?’   Dayika Aştiyê Asya Ozlu got ku ew bi têkoşîna bi salan a kurdan û destkeftiyên xwe kêfxweş in, lê ew naxwazin kurd li dijî kurdan şer bikin. Ozlu da zanîn ku ew êdî kîna ku bi salan e malbata Barzanî li dijî kurdan daye destpêkirin, naxwazin. Ozlu bi domdarî wiha got: “Barzanî kurd e, heke kurdek xiyaneteke wiha bike, bila şermê ji xwe bike. Ev xiyanet ji bo gelê kurd şerm e. Çima Barzanî ji bo şerê li dijî kurdan bi dewleta Tirk re hevkariyê dike? Kesê ku vê dike bila ji xwe re nebêje kurd. Li dijî xiyaneta PDK’ê divê hemû kurd bibin yek. Divê êdî Barzanî destên xwe ji xwîna kurdan bikişîne. Pêwîste çar parçeyên Kurdistanê destê xwe bidin hev û ji vê xiyanetê re bêjin ‘raweste’.”   ‘EM LI SER XAKA XWE XWÎNÊ NAXWAZIN’   Dayika Aştiyê Medîne Kiyak jî diyar kir ku xiyaneta mala Barzanî bi salan e xwe nîşan dide û wiha got: “Were ser hişê xwe Barzanî! Li dora xwe binêrin, tenê kurd dikarin we ji vê heriyê û vê çalê derxin. Dema kesên ku niha bi te re ne, te bifiroşin wê dîsa kurd te rizgar bikin. Ma hûn ji Dayikên Aştiyê, ji girtiyan, ji zarokên vî gelî şerm nakin? Wezareta Dadê ya ku em her roj ji bo 'edaletê' diçin ber deriyê wê, îro yek bersiv jî nedaye me, lê malbata Barzanî bi wan re hevkar e. Ey Barzanî, şiyar be, dema xiyanet li te bê kirin, ew dayikên ku tu niha xiyanetê li wan dikî wê te rizgar bikin. Pêwîste her kes li ser vê rêya pîroz li hev bicive, ji vê xiyaneta hevkar re bêje raweste û li ber xwe bide. Em li ser vê xakê rijandina xwînê, komkujî û şer naxwazin, em tenê aştiyê dixwazin.”   ‘PÊWÎST E HEMÛ KURD LI DIJÎ VÊ XIYANETÊ RABIN’    Dayika Aştiyê Rabia Algor jî bi silavkirina li gelê kurd dest bi axaftina xwe kir û helwesta mala Barzanî weke şermeke mezin bi nav kir. Algor anî ziman ku ji xiyaneta bira bi birayê xwe re dike şermtir nîne û wiha got: “Mala Barzanî ji bo berjewendiyên xwe bi hevkariya dewleta Tirk li dijî kurdan şer îlan kiriye. Dema bi kurdên li vir re nikarin tiştekî bikin, bi Barzanî re dibin yek. Lê divê Barzanî vê yekê ji bîr neke, em taştê bin ew ê jî firavîn bin. Divê mala Barzanî dema DAIŞ’ê bînin bîra xwe. Di gel van hemûyan, ma ew qet şerm nake? Tenê daxwaza me ji wî ew e ku ji vê xeta xiyanetê vegere. Pêwîste hemû kurd li dijî şerê ‘birakujiyê’ derkevin. Ev yekane bang û daxwaza me ye.”   MA / Bazîd Evren - Rûken Polat