Di êrişa kafeyê de kesekî din jî hate binçavkirin 2024-07-20 14:05:39   AMED - H.B. yê ku O.D’yê êriş li kafeya wî hate kirin bi awayekî fizîkî şopand û têkiliya wî bi êrişkaran re heye hate binçavkirin.    Di 12’ê tîrmehê de komekê li Taxa Camî Kebîr a navçeya Sûra Amedê êrişa çekdarî û bombeyî li dijî kafeyên Karga û Hewşê li dar xisti bûn. 3 kesên ku êriş li dar xistibûn hatin girtin. Xwediyê Kafeya Hewşê O.D. ji aliye kesê bi navê H.B. ve hate şopandin. Piştî ku O.D. yê bi awayekî fizîkî hate şopandin polîs agahdarkirin H.B. hate binçavkirin.    Hate zanîn ku kesê bi navê H.B. beriya niha gef li xwediyê Kafeya Kargayê H.A. jî xwariye. Xwediyên kafeyên Hewş û Kargayê giliyê H.B. kirin. Hate diyarkirin ku dîmenên H.B. bi kesên êrişa çekdarî û bombeyî li dar xistin re hene.    Kirariyên H.B. yê hate binçavkirin li midûriyeta polîsan berdewam dike.