ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-21 09:00:16   * Rojnamevan Fehîm Işik diyar kir ku Tirkiye li dijî Herêma Kurdistanê tenê ne di warê leşkerî de êriş dike di heman demê de êrişî aborî, çand û siyasetê jî dike û got: “PDK ji bo desthilatdariya xwe hevkariyê dike.”    * Nûnerên partiya sosyalîst diyar kirin ku Tirkiye dixwaze li dijî gelê kurd “qirkirinê” pêk bîne, herêmê dagir bike û li dijî êrişên Tirkiyeyê banga têkoşîneke hevpar a mil bidin milê hev kirin.    * Dosyeya doza kuştina 2 polîsan ku desthilatdariyê kir sedema qedandina “Pêvajoya Çareseriyê” 5 sal in li Dadgeha Bilind tê sekinandin. Parêzerê dozê Eyup Sabrî Tînaş diyar kir ku nayê xwestin ku faîlên rastîn bên dîtin û got: “Ev dosye bi awayek taybet tê sekinandin.”    * Cil û bergên kurdî ango netewî jî bi krîza aborî re rû bi rû mane. Dikandarên ku qûmaşên cil û bergên kurdî difiroşin diyar kirin ku krîza aborî li wan jî daye û mîna berê nikarin qûmaş bifiroşin.    * Girtiyê nexweş Onder Poyraz ê ku tevî rapora wî ya ji sedî 50’î ya astengdariyê heye jî nayê berdan û di hûcreya yek kesî de tê ragirtin. Hevjîna wî Firdevs Poyraz got ku hevjînê wê nikare di van şert û mercan de li girtîgehê bimînê û xwest ku demildest bê berdan.    * Li gundê Karaxirab ê navçeya Hezexê zarokê bi navê Azad Ay yê 6 salî ku bi nexweşiya Serebral Palsiye ketiye, girêdayî makîneyan dikare bijî. Ji ber qutbûna ceyranê amûra wî şewitî ye, ew bênefes maye.    * Di rapora têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Yozgatê de hat diyarkirin ku gelek caran tehliyeyên girtiyan hatine taloqkirin, aqûbeta daxwaznameyan nayê zanîn û girtiyan nabin revîrê.    * Di dema pandemiyê de li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl û Nexweşxaneya Welidînê û Zarokan kamera li odeyên xebatkarên tenduristiyê hatibûn bicihkirin. Tevî biryara binpêkirinê ya dadgehê jî ev 4 sal in kamera nehatine rakirin.   * Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê dê 2’yemîn Kongreya Asayî li dar bixe. (10.00) ZINDÎ   * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê beriya civîna PM’ê ya li navenda giştî dê daxuyaniyê bide. (10.30) ZINDÎ   * Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê dê li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Dîlokê bi sernavê “Têkoşînên edaletê û peywirên me” panelê li dar bixe. (13.00)   * Xizmên girtiyan dê li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar bixin. (14.00)