Dosyeya ku ‘Pêvajoya Çareseriyê’ qedandî 5 sal in li Dadgeha Bilind tê sekinandin 2024-07-21 09:06:45   RIHA - Dosyeya doza kuştina 2 polîsan ku desthilatdariyê kir sedema qedandina “Pêvajoya Çareseriyê” 5 sal in li Dadgeha Bilind tê sekinandin. Parêzerê dozê Eyup Sabrî Tînaş diyar kir ku nayê xwestin ku faîlên rastîn bên dîtin û got: “Ev dosye bi awayek taybet tê sekinandin.”    Di 22'yê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê polîs Feyyaz Yûmûşak û Okan Acar li mala xwe bi awayekî gumanbar hatibûn kuştin. Piştî kuştina her du polîsan "Pêvajoya Çareseriyê" bi dawî bûbû û pêvajoya şer ji nû ve dest pê kiribû. Piştî kuştina her du polîsan, hin kesan du caran telefonî polîsan kiribûn û îxbar kiribûn. Piştî van îxbaran 10 kes hatibûn binçavkirin. Ji van 10 kesan 7 kes hatibûn girtin. Piştî hewldana derbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016’an derbarê dozgerê îdianameyê Mehmet Kilsizoglû de ji lêpirsîna “FETO” biryara zevtkirinê hatibû dayîn û dadgerê derbarê gumanbaran de biryara girtinê dabû, Nûrettîn Bûlût û xwediyê telefona pê îxbar hatibû kirin T.B. û birayê wî Ramazan B. di çarçoveya "lêpirsîna FETO"yê de hatibûn girtin.    Lê belê destilatdariya AKP'ê ji bo pêvajoya çareseriyê bi dawî bike, tim israr dikir ku van cinayetan têxe stûyê PKK'ê. Lê paşê kesên bi awayekî gumanbar hatibûn girtin hemû hatibûn berdan û derbarê wan de biryara beraetê hatibû dayîn. Lê belê mirina her du polîsan ku cardin bû sedema pêvajoya şer, wekî "kiryar nediyar" hat hiştin. Dosyeya dozê ev 5 sal in li Dadgeha Bilind tê sekinandin.    Rayedarên desthilatdariyê daxuyanî li ser daxuyaniyê didan û hewl didan bûyerê têxin stûyê PKK’ê da ku li dijî Qendîlê şer bidin destpêkirin. Wisa jî bû. Piştî bûyerê bi du rojan balafirên şer ên artêşa tirk êrişî ser Qendîlê kir û destilatdarî carek din li pêvajoya şer vegeriya.    Her wiha paşê derket holê ku kesê îxbara bûyerê kiriye û bûbû sedemê binçavkirina 10 kesan di nav rêxistina “FETO” de cih digirt.    Di 1’ê adara 2018’an de der barê hemû kesên ji dozê dihatin darizandin, biryara beraetê hat dayîn. Dadgeha Herêmî ya Dîlokê biryarê erê kir. Dosyeya ku şandine Dadgeha Bilind ev 5 sal in li wir tê sekinandin û tu biryarek hê nehatiye dayîn.    'PÊVAJO KIRIN QURBANÊ BÛYERÊ’    Ji parêzerên dozê Eyup Sabrî Tînaş destnîşan kir ku dosyeya dozê ji ber ku “Pêvajoya Çareseriyê” da qedandin lewma dosyeyek girîng e û got: “Hemû bersûcên dosyeyê beraet bûn. Ji ber ku bersûc hatin beraetkirin, bûyera ku pêvajoya çareseriyê qedand jî faîl nediyar ma. Dadgeha Îstînafê jî vê biryara beraetê erê kir. Ev 5 sal in dosye li Dadgeha Bilind tê sekinandin û tu guhertin têde çênebûye. Îfadeyên polîsên ku hevalên polîsên kuştîbûn, hatin wergirtin lê der barê vê lêpirsînê de tu pêşketin çênebû û ser vê lêpirsînê jî hat girtin. Dosyeya ev 5 sal in li Dadgeha Bilind tê sekinandin ne tiştekî normal e. Divê Dadgeha Bilind heta niha biryarê bida. Em jî wate nadinê ku dosye tê sekinandin. Divê ku Dadgeha Bilind di nava 3 salan de biryar bida. Lê bele ev dosye bi awayek taybet tê sekinandin. Pêvajoya çareserî û aştiyê jî kirin qurbanê vê dozê. Nedîtina faîlan jî dide nîşandan ku destên kîjan hêzên tarî di nav bûyerê de hebûye.”    MA / Emrûllah Acar