Girtiyê ku ji sedî 50'î astengdar e di hucreya yekkesî de tê ragirtin 2024-07-21 09:15:50   ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Onder Poyraz ê ku tevî rapora wî ya ji sedî 50’î ya astengdariyê heye jî nayê berdan û di hûcreya yek kesî de tê ragirtin. Hevjîna wî Firdevs Poyraz got ku hevjînê wê nikare di van şert û mercan de li girtîgehê bimînê û xwest ku demildest bê berdan.    Onder Poyraz ê ku di dema qedexeya derketina kolanan a 14’ê Kanûna 2015’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatibû îlankirin de bi birîndarî hatibû binçavkirin û girtin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “xerakirina yekitî û tevpariya dewletê” du caran cezayê muebedê yê girankirî lê hat birîn. Poyraz ê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2'an a Dumlû ya Erziromê tê girtin, di sala 2015'an de ji ber guleya ku li bedena wî ketibû di pişta wî de platîn heye. Poyraz ku bi yek gurçikekê jiyana xwe berdewam dike destê wî yê rastê jî felç bûye.     Rewşa tenduristiya Poyraz di girtîgehê de ber bi xetereyê ve diçe. Poyraz herî dawî jî ji ber fitiqa ku di stûyê wî de peyda bûbû, emeliyat bûye. Her çend bijîşk gotibe ku ji ber nexweşiya wî divê ku nivîna ortopedik bikar bîne jî, ev daxwaza wî pêk nayê û li ser cihê ku dirazê jî rewşa wî ber bi xetereyê ve diçe. Tevî ku nexweşxaneyê rapora ji sedî 50’î ya astengdariyê daye Poyraz jî di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Poyraz ku nikare di hucreya yek kesî de pêdiviyên xwe bi tenê serê xwe pêk bîne di heman demê de di nava lîsteya girtiyên nexweşên giran a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de jî cih digire. Hevjîna Poyraz, Fîrdevs Poyraz anî ziman ku hevjînê wê di şert û mercên girtîgehê de nikare baş bibe û ji bo tedawiya hevjînê wê bê kirin xwest demildest bê berdan.    'DESTEKÎ WÎ PÛÇ BÛYE'   Poyraz anî ziman ku herî dawî di Cejna Remezanê de çûye serdana hevjînê xwe û wiha got: “Destê xwe yê rastê êdî nikare bibe û bîne. Tenê dikare destekî xwe bi bişixûlîne. Min rewşa wî dît ez jî pir xemgîn bûm. Destê wî werimî bû. Di vê rewwê de nikare di hucreya yek kesî de bimîne. Nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe dabîn bike. Jixwe ji ber fitiqa stû emeliyat jî bû. Di nexweşxaneyê de bijîşk rapora ji sedî 50'î astengdariyê daye wî. Bijîşkan jê re gotiye ku nivînek ortopedîk bikire. Heya ku nivînek ortopedîk neyê kirîn, ew ê bi tevahî di nav nivînan de bimîne. Bihayê wê 15 hezar TL ye. Ji ber ku rewşa me ya aborî ne baş e, em nikarin vê nivîna ortopedik jî bikirin."   'NIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE'   Poyraz bi lêv kir ji bo tedawiyeke baş bê kirin divê hevjînê wê bê berdan û got: "Heke bê berdan wê li derve hê baştir tedawî bibe. Di van şert û mercan de nikare di girtîgehê de bimîne. Di hucreya yek kesî de rewşa wî xerabtir dibe. Pirr zeîf bûye. Ji ber ku li Girtîgeha Êlihê tedawiya wî nehat kirin li stûye wî fitiq peyda bû. Heke nayê berdan rewşa wî wê hê xerabtir bibe. Divê ku demildest bê berdan da ku tedawiya wî bê kirin."    MA / Mahmut Altintaş