Bayindir: Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo Kurdistanê statû 2024-07-21 12:38:51   AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di kongreya DEM Partiyê ya Amedê de axivî û wiha got: “Werin em Abdullah Ocalan azad bikin, pirsgirêka kurd çareser bikin û Kurdistanê bikin xwedî statû.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di 2’yemîn Kongreya Asayî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê de axivî. Kongre, li eywaneke dawetan a Peyasa Amedê tê lidarxistin.    'ABDULLAH OCALAN ÇARESERÎ DÎT’   Bayindir, di serî de kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî. Bayindir, wiha domand: “Ev 100 sal in li ser gelê kurd polîtîkayên pir qirêjî tên meşandin. Em dizanin ku di sedsala 21’emîn de hemû hêz li Rojhilata Navîn û Kurdistanê kom bûne. Dixwazin qedera Rojhilata Navîn û Kurdistanê jinûve binivîsin. Lê belê hêzên hegemon tu caran pirsgirêkên civakên Rojhilata Navîn çareser nekirin. Em dizanin ku rêya çareseriya li Rojhilata Navîn rê û rêbazên Abdullah Ocalan in. Pirsgirêka kurd tenê bi rêyên demokratîk dikare were çareserkirin. Tevahiya cîhanê ev 100 sal in ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareserî peyda nekirin. Tenê Abdullah Ocalan karî çareseriyê bibîne.”    ÇARESERÎ: STATÛYA KURDISTANÊ   Di vê navberê de li eywanê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan da. Bayindir, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke pirsgirêkên kurd û Filistînê bi rêyên demokratîk neyên çareserkirin, dê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn her bidomin. Ev sed sal in li Rojhilata Navîn ji bilî talan û komkujiyê tu tiştek tune ye. Abdullah Ocalan ji bo Filistînê Konfederalîzma Demokratîk pêşniyar kir. Got; ‘Îsraîl û Filistîn dikare li vir çareseriyekê pêş bixe.’ Ji bo pirsgirêka Kurdistanê jî got Xweseriya Demokratîk. Em li Amedê careke din dibêjin ku çareserî di destê Abdullah Ocalan de ye. Di pirsgirêka kurd de çareserî bi statûyê dibe. Ji bilî vê tu rê nînin. Heta ku em dijîn, heta ku dayik, ciwan û jin hebin dê têkoşîna ji bo statûya Kurdistanê û azadiya gelê kurd her bidome.”    BERTEK NÎŞANÎ TECRÎDÊ DA   Bayindir, got ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zêdetirî 25 sal in di tecrîdeke girankirî de tê ragirtin û axaftina xwe wiha qedand: “Birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe. Tevî vê jî di tecrîdê de tê ragirtin. Sekna birêz Abdullah Ocalan eleqeya xwe bi pirsgirêka kurd re heye, eleqeya xwe bi statûya Kurdistanê re heye. Heke em bikarin statûya Kurdistanê pêk bînin, em ê wê demê bikarin tecrîdê têk bibin. Rakirina tecrîdê ne tenê pirsgirêka gelê kurd e, pirsgirêka hemû aştîxwaz û azadîxwazên Tirkiyeyê ye. Ji bo vê jî divê em mil bidin milên hev û tecrîdê bişikînin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin, pirsgirêka kurd çareser bikin û Kurdistanê bikin xwedî statû.”