4 kesên ku di wesayîta kete golê de bûn jiyana xwe ji dest dan 2024-07-21 17:04:46   EDENE - 4 kesên ku li navçeya Çûkûrovayê di wesayîta ji kontrolê derket û kete Bendava Seyhanê de bûn jiyana xwe ji dest dan.    Wesayîteke ku li Taxa Topalak a navçeya Çûkûrova ya Edeneyê ji kontrolê derket, li bariyerên Pira Çatalanê ket û kete Gola Bendavê ya Seyhanê. Piştî ku kesên derdorê agahdarkirin, tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin. Tîmên binê avê xwe gihandin wesayîta ku di binê golê de di nav heriyê de mabû. Cenazeyên Veysel Aydogmûş (37), Emîne Aydogmûş (35), Batûhan Aydogmûş (16) û Mete Aydogmûş a 13 salî ji wesayîtê hatin derxistin.    Cenazeyên her 4 kesan ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Edeneyê.     Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.