Şandeya DEM Partiyê li Çiyayê Gabarê lêkolîn kir 2024-07-21 18:14:45   ŞIRNEX - Şandeya DEM Partiyê ya têkildarî wergerîna kuleya li qada lêgerîna neftê ya li Çiyayê Gabarê lêkolîn kir, wiha got: “Ji bo rojane bigihin armanca hilberîna 100 hezar varîlî, ewlehiya kar û tenduristiya karker têxin xetereyê û xebatan didomînin.”   Li Şirnexê di encama wergerîna kuleyê ya di saetên serê sibê de li qada lêgerîna neftê ya li Çiyayê Gabarê de 2 karker û endezyarek di bin kuleyê de man. Her 2 karkerên di bin kavilê kuleyê de hatin derxistin rakirin nexweşxaneyê. Endezyarê ku jiyana xwe ji dest daye hêj di bin kavil de ye.    ‘DI QEZAYÊ DE ÎHMAL HEYE’      Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Ûysal Aslan, Zekî Îrmez û Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê serdana herêma ku kule lê wergeriya kirin. Şandeya têkildarî wergerînê agahî wergirtin piştî lêkolîna ku kirin ji qadê veqetiyan.    Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez ê derbarê serdana xwe de axaftineke kurt kir, wiha got: “Me di rê de dît ku texrîbateke xwezayê ya cidî heye. Li vê qadê 61 bîrên neftê hene. Li cihê ku qeza çêbûyî bi karkeran re axivîn. Me têkildarî qeza çawa çebûye agahî wergirt. Di zemîne beton a kuleyê hezaz çêbûye. Di encama hezazê de kule wergeriya ye. Kesek hêj di bin kavil de ye û 2 kes jî bi awayekî birîndarî rakirine nexweşxaneyê. Xebat berdewam dikin lê kengî dê were derxistin ne diyar e. Ji ber ku di bin axê de maye.”    DAXUYANIYA WEZARETÊ BIBÎRXIST   Îrmez, bi bîr xist ku Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî di serdana xwe ya li herêmê de gotibû hilberîna petrolê ya li Çiyayê Gabarê wê heta dawiya salê rojane 100 hezar varîl bê zêdekirin û wiha berdewam kir: “Karkerên ku me pê re hevdîtin kirin, gotin ku bi wardiyayên 12 saetan heta carna ji 12 saetan zêdetir dixebitin. Ji bo ku bigihin armanca ku Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî aşkere kiribû karker bi zext û mobîngê tên xebitandin. Tê dîtin ku ji ber vê yekê qeza çêdibin. Em dikarin bibêjin ku îhmala ewlekariya kar û tenduristiya karker heye.”   ‘EM Ê ŞOPDARÊN BÛYERÊ BIN’    Îrmez, bi bîr xist ku qada ku neft jê tê derxistin herêma ewlehiyê ya leşkerî ye û ev tişt gotin: “Li her aliyî kalekol hene. Bergiriyên ewlehiya leşkerî ya zêde hene. Destûr nadin ku kes nêzî qada ku qeza lê çêbûye bibin. Daxwaza karkeran a ji me ew bû ku ev qeza neyê veşartin. Em ê weke partî ji bo ku di vê bûyerê de îhmal bên lêkolînkirin û berpisyar bên aşkerekirin em ê şopdarên bûyerê bin.”