Zarokê 4 salî yê kete Çemê Xabûrê jiyana xwe ji dest da 2024-07-21 22:57:03   ŞIRNEX - T.O. yê 4 salî ku li Elkê dema li ber mala xwe dilîst kete Çemê Xabûrê jiyana xwe ji dest da.    T.O. yê 4 salî yê li gundê Melêsê yê navçeya Elkê ya Şirnexê kete avê jiyana xwe ji dest da. T.O. yê dema li ber mala xwe dilîst kete Çemê Xabûrê, ji aliyê tîmên AFAD’ê ve hate derxistin. Piştî ku mudaxileya ewil T.O birin Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê û dû re jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hate kirin. T.O. tevî hemû mudaxileyan jî nehate xelaskirin û jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê T.O. piştî karûbarên otopsiyê li gundê Melêsê hate veşartin.