Cenazeyên çiyagerên li Çiyayê Agiriyê winda bûbûn hatin dîtin 2024-07-22 10:19:26   AGIRÎ - Çiyagerên bi nvaên Ceylan Dîlek Gokbulak û Muhammed Halîm Dalgin li Çiyayê Agiriyê ji ber bagerekê winda bûbûn û cenazeyên wan hatin dîtin.    Çiyagerên bi navên Ceylan Dîlek Gokbulak û Muhammed Halîm Dalgin ku ji bo derkevin Çiyayê Agiriyê di 20’ê tîrmehê de bi rê ketibûn, li cihekî nêzî lûtkeya çiyê li ber bagerê ketin. Her du çiyager jî winda bûn û cenazeyên wan hatin dîtin. Ji bo girtina cenazeyên Gokbulak û Dalgin xebat hatin destpêkirin.