Girtiyê tê îdiakirin xwe şewitandiye jiyana xwe ji dest da 2024-07-22 11:08:07   RIHA - Girtiyê edlî Abdurrahîm Yuksel ê li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Rihayê dihat ragirtin û dihat îdiakirin xwe şewitandiye, jiyana xwe ji dest da.    Girtiyê edlî Abdurrahîm Yuksel ê li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Rihayê dihat ragirtin û tê îdiakirin di 20’ê tîrmehê de xwe şewitandiye, jiyana xwe ji dest da. Yuksel, bi sûcdariya “Hewldana kuştinê û tunekirina delîlan” 11 sal û 3 meh cezayê hefsê li Yuksel hatibû birîn û di 10’ê tîrmeha 2024’an de hate girtin. Li gorî îdiayê; bi hinceta ku Yuksel û gardiyan bi şer çûne, Yuksel xistine hucreya yekkesî û li vir xwe şewitandiye.    Yuksel ê bi giranî birîndar bûyî rakirin beşa şewitînan a li Avahiya Pêvek a Xizmetê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan. Li wir du rojan dihat tedawîkirin. Yuksel îro di danê sibehê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yuksel dê piştî karûbarên otopsiyê bibin Mêrdînê.    Dozgeriya girtîgehê têkildarî bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.