Zarokê ji bo hênkatiyê ketî rûbarî jiyana xwe ji dest da 2024-07-22 13:52:28   ŞIRNEX - Zarokê bi navê Ensar Savci ku ji bo hênikbûnê kete rûbarê gundê Cibrî yê Cizîrê, jiyana xwe ji dest da.    Zarokê bi navê Ensar Savci yê 8 salî ku li gundê Cibrî yê girêdayî navçeya Cizîr a Şirnexê ji bo hênikbûnê kete ava rûbarê gund, xeniqî. Piştî agahdarkirina welatiyan, komên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin sewqkirin. Komên tenduristiyê cenazeyê zarok Savci rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Piştî karûbarê otopsiyê, cenazeye Savci hate definkirin.