Ji bo Abdullah Ocalan biryara 3 meh qedexeya hevdîtina bi malbatê re hat dayîn 2024-07-22 14:45:40   STENBOL - Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 40 meh in agahî nayên girtin û hat zanîn ku li Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din biryara ji bo 3 mehan qedexeya hevdîtina bi malbatan re hate dayîn.    Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tên ragirtin zêdetirî 40 meh in tu agahî nayên girtin. Hat zanîn ku ji bo her 4 girtiyan careke din ji bo 3 mehan biryara qedexeya hevdîtinê bi malbatê re hate dayîn.    Dadgeriya Înfazê ya Bursayê bersiva serlêdana parêzer û malbatan a bi daxwaza hevdîtinê hatibû kirin da. Dadgehê, da zanîn ku Serokatiya Lijneya Disiplînê di 4’ê tîrmehê de ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên din careke din “cezayê disiplînê” daye.    Di biryarê de hinceta “cezayê disiplînê” nehat diyarkirin. Daxwaza agahî û belgeyan ên parêzaran jî hatin redkirin. Parêzer dê li dijî biryara “cezayê disiplînê” li Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê îtîrazê bikin.