Li girtîgehê mirina biguman: Heste ferq nekirine! 2024-07-22 15:24:47   RIHA - Tê îdiakirin ku girtî Abdurrahîm Yuksel di hucreya yekkesî de xwe şewitand û jiyana xwe ji dest da. Parêzerê Yuksel bi dozger re hevdîtin kir û got: “Ji me re gotin ku hesteya Yuksel xwe pê şewitandî ferq nekirine.”    Girtiyê bi navê Abdurrahîm Yuksel li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Rihayê dihat ragirtin û hat îdiakirin ku di 20’ê tîrmehê de xwe şewitandiye. Yuksel, li beşa şewitînan a Avahiya Zêdek a Xizmetê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan dihat tedawîkirin û îro serê sibehê jiyana xwe ji dest da. Yuksel, bi tawanbariyên “hewldana kuştinê” û “Tunekirina delîlan” hat darizandin û 11 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Yuksel, di 10’ê tîrmeha 2024’an de hate girtin û şandin girtîgehê. Li gorî îdiayê; Yuksel bi hinceta ku di qawîşa lê dihat ragirtin de şer kiriye ew derbasî hucreya yekkesî hatiye kirin û li wir xwe şewitandiye.    Cenazeyê Yuksel ji bo karûbarên otopsiyê rakirin Morga Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Kekê Yuksel ê ji bo wergirtina cenazeyê hate Rihayê, da zanîn ku rêveberiya girtîgehê di 19’ê tırmehê de li wan geriyaye û jê re gotine ku rakirine nexweşxaneyê. Yuksel, ev tişt anî ziman: “Gotin ku birine beşa şewitînan. Em jî çûn nexweşxaneyê. Li gorî gotinên dozger, li qawîşê bi hevalekî xwe re şer dike. Ji bo wan ji hev vekin jî dibin hucreya yekkesî. Li wir doşekan dişewitîne û xwe disoje.”    ‘EM DIXWAZIN BÛYER BÊ LÊKOLÎNKIRIN’   Yuksel, diyar kir ku dozger îdiaya “birayê te bi awayekî veşarî heste xistiye hundir” kiriye û wiha pê de çû: “Min jî ji dozger beg re got; ‘Çawa dikare hesteyê bixe hundir?’ Vê yekê şik xiste serê me. Em dixwazin qeydên kamerayan bên lêkolînkirin û bûyer bê lêkolînkirin. Me 10 roj berê ew sax şand lê niha cenazeyê wî didin me. Dozger bi israr ji me pirsa ‘Gelo pirsgirêkeke wî ya psîkolojîk hebû?’ dike. Min jî jê re got; heke hebûya dê xwe li derve bişewitanda. Ev bû hefteyek birayê min çûye wê derê. Ma di hefteyekê çi jiyaye?”    HESTE FERQ NEKIRINE!   Parêzerên Baroya Rihayê li ser daxwaza malbatê bi dozgerê girtîgehê re hevdîtin kirin. Parêzeran gotin ku dozger ji wan re gotiye; “Di navbera Yuksel û girtiyên di qawîşa wî de diman şer derket. Derheqê wan de kirarî hatin destpêkirin. Lewma Yuksel şandin hucreya yekkesî.” Parêzeran îdia kirin ku dozger ji bo hesteya Yuksel biriye hucreyê û xwe pê şewitandî “ferq nekirine.”    CENAZE BIRIN MÊRDÎNÊ   Cenazeyê Yuksel piştî otopsiyê radestî malbatê hate kirin. Malbatê ji bo definkirinê birin gundê Dengîzarê yê navçeya Stewr a Mêrdînê. Di dema karûbarên cenazeyê de hevserokên Rêxistina DEM Partiyê yên Rihayê û endamên partiyê jî li cem malbatê bûn.