Li Şirnexê kesekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da 2024-07-22 15:41:35   ŞIRNEX - Welatiyê bi navê Yûsûf Boz li navenda Şirnexê di wesayîta xwe de bi birîndarî hatibû dîtin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Welatiyê bi navê Yûsûf Boz li ser Rêya Hawirdorê ya navenda Şirnexê di wesayîta xwe de bi birîndarî hate dîtin. Welatiyên ku rewşa Boz ferq kirin, agahî dan komên tenduristiyê. Li ser vê yekê komên tenduristiyê û polîs li cihê bûyerê hatin veguhestin. Komên tenduristiyê piştî mudaxileya ewil Boz rakirin nexweşxaneyê. Lê tevî hewldanan jî Boz jiyana xwe ji dest da.    Hat zanîn ku Boz ji singê xwe bi guleyekê hatiye birîndarkirin. Derheqê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.