DEDAŞ’ê trafoyên cotkaran jê kir 2024-07-22 16:24:49   MÊRDÎN - Komên DEDAŞ’ê li navçeya Dêrikê trafoyên cotkaran jê kirin.    Trafoyên cotkaran ên li gundê Qesra Qenco ya navçeya Dêrikê ya Mêrdînê hatin jêkirin. Komên girêdayî Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) tevî leşkeran hatin gund û bi hinceta “deynên nehatine dayîn” xwestin trafoyên ceyranê desteser bikin. Di navbera cotkar û leşkeran de heta demekî nîqaş derket. Destûr nehat dayin ku cotkar biçin qada trafo lê bûn. Komên DEDAŞ’ê 4 trafo jê kirin û ji gund çûn.