Berxwedana ‘Deng bide azadiyê’ ya xizmên girtiyan bi berxwedanê didome 2024-07-22 16:47:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya “Deng bide azadiyê” ya xizmên girtiyan de daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî hate kirin.    Xizmên girtiyan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, li Îzmîr û Mêrsînê li pêşiya girtîgehan hatin gel hev. Di çalakiya “Deng bide azadiyê” de hêrsa li dijî tecrîdê derket pêş.    ÎZMÎR   Xizmên girtiyan û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) li pêşiya Girtîgeha Kiriklar a Buca ya Îzmîrê daxuyanî dan. Gelek nûnerên saziyan û xizmetên girtiyan tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” hate hilgirtin. Her wiha beşdaran pêşmalkên “Na ji tecrîdê re” li xwe kirin û gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî" berz kirin.    'EM LI DIJÎ LI BER XWE DIDIN’   Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Vezan Karabulut diyar kir ku ew li dijî tecrîdê çalakiyê li dar dixin û wiha got: “Dê berxwedana me ya li dijî tecrîdê bidome. Tevî hemû zextan jî em li ser pêya ne.”    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    MÊRSÎN   Xizmên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Kampusa Tarsusê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Di hefteya 14’emîn a çalakiyê de beşdaran pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Gelek caran jî dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.   Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên li girtîgehan tavilê bên bidawîkirin. Aşan, wiha domand: “Tecrîd, welat ber bi tunebûnê ve dibe. Bi girankirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan re meseleya kurd jî tê girankirin. Destûrê nadin ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Ev îzolasyon li tu devereke cîhanê nîne. Rewşeke wisa ye ku di dîrokê de tiştekî wiha nehatiye dîtin. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin, binpêkirina qanûnên wan bi xwe ye. Heke hûn bi qanûnên vê destûra bingehîn jî nekin, wê demê dê çawa destûreke nû ya bingehîn amade bikin. Banga me ji bo îktîdarê ye; tecrîdê rakin û bila muzakere dest pê bikin. Ev yek dê ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn baştir bibe. Em careke din polîtîkayên tecrîdê şermezar dikin.”    Çalakî, bi dirûşman bi dawî bû.    AMED   Di pêşengtiya malbatên girtiyan de li ber Girtîgeha Kampusa AMedê çalakiya “Deng bide azadiyê” hate lidarxistin. Dayikên Nobetên Edaletê, HEvseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Sûltan Yaray, Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ya Amedê, Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî yên Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û gelek welatî beşdar bûn. Kesên tev li çalakiyê bûn pêşmalkên ku li ser bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Çalakvanên ku pankarta “Deng bide azadiyê” hilgirtin her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Heq hiqûq edalet” berzkirin. Çalakvanan bi tilîlî û çepikan tecrîd şermezar kirin.    ‘EM BI PAŞ VE GAVÊ NAAVÊJIN’     Yek ji malbata girtiyan Halîme Topûz, diyar kir ku çalakiya wan 8 meh in bênavber didome û ev tişt gotin: “Em weke dayikên ku dilê wan 8 meh in dişewitin, ji bo rakirina tecrîdê û aştî were welatî li ber girtîgehan tên bahev. Zarokên me di zindanan de ne. Em careke din bang li Wezîrê Edaletê dikin; Vê tecrîda li ser gelê kurd û birêz Ocalan rakin. Heta ku tecrîd neyê rakirin em û zarokên xwe bi paş ve gavê naavêjin. Daxwaza me dayikan li holê ye. Weke herkesê em jî heq û hiqûq û edaletê dixwazin. Bila dewleta tirkiyeyê vê qebûl bike. Em û zarokên xwe azadiya birêz Ocalan weke azadiya xwe qebûl dikin.”   EDENE   Di pêşengtiya malbatên girtiyan de bi tevlibûna partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî li ber Kampusa Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê daxuyanî hate dayîn û çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.  Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), DEM Partî, Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Edeneyê Akdenîzê (AATUHAY-DER), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku Xizmên Xwe Windakirine re ya Akdenîzê (AYKAY-DER) beşdarî çalakiyê bûn.    ‘TECRÎD SIYASÎ YE’     Girseya nêzî girtîgehê ji wesayîtên xwe peya bûn, pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê rakin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” hilgirtin û bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Ji tecrîdê re na, berî her tiştî aştî” , “Zext nikarin me têk bibin” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” ber bi girtîgehê ve meşiyan. Di çalakiyê de malbatên girtiyan pêşmalkên ku bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Girseya ku li noxteyeke nêzî girtîgehê ji aliyê polîsan ve hate rawestandin, di bin dorpêça polîsan de daxuyanî da. Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr, polîtîkayên şer ên desthilatê rexne kirin û weke navnîşana çareseriyê Îmrali nîşan da. Aydemîr ê diyar kir ku tecrîd biryareke siyasî ye, destnîşan kir ku darbeyeke li aştiya Tirkiyeyê ye û xwest ku tecrîda li Îmraliyê demildest rabe.    Piştî axaftinan girseyê çalakiyê rûniştinê li dar xistin û bi çalakiya deng derxistinê çalakî bi dawî kir.