Dr. Berwarî: Tirkiye dixwaze bi destê PDK’ê di navbera kurdan de şerekê bide destpêkirin 2024-07-23 09:15:07     NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyen Dr. Kamûran Berwarî yê êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin nirxandin wiha got: “Armanca bingehîn a dewleta tirk ew e ku di nava kurdan de şerekê bide destpêkirin û dixwaze vê yekê jî bi destê PDK’ê pêk bîne.”   Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Kurdistanê dane destpêkirin didomin. Dewleta tirk bi sewqiyatên leşkerî, valakirina gundan û noxteyên kontrolê gavên ku li herêmê mayînde bibe avêtin. Kurdistaniyên ku bertekê nîşanî êrişan didin bi zexta PDK’ê tên astengkirin. Cîgirê Serokê Akademiya Siyaset û Demokrasiyê Dr. Kamûran Berwarî anî ziman ku armanca êrişan ew e ku Kurdistanê bêstatu bihêlin û bi lêv kir ku ji bo van êrişan jî PDK her cure piştgiriya aborî, leşkerî û îstîxbarî dide dewleta tirk.    Berwarî, diyar kir ku êriş ji bo kurdan şerê hebûn û nebûnê ne û da zanîn ku di êrişên dewleta tirk de çekên kîmyewî yên ji aliyên peymanên navnetewî ve hatine qedexekirin jî hatine bikaranîn. Berwarî, da zanîn ku di êrişan de endamên rêxistinên selefî yên DAIŞ û El Nûsrayê jî ku  armanca wan a cîhada kurewî heye tên bikaranîn û wiha got: “Ev ji Sûriyeyê, Tirkiyeyê û Iraqê kom dibin û li vir weke leşkerên xwe nîşan didin û didin şerkirin. Armanca bingehîn a dewleta tirk ew e ku di nava kurdan de şerekê bide destpêkirin û dixwaze vê yekê jî bi destê PDK’ê pêk bîne. Dewleta tirk ji cihên ku dikevê dernakeve. Me ev yek di mînakên beriya niha de jî dîtin.”   ‘DESTKEFTÎ DI XETEREYÊ DE NE’    Berwarî, destnîşan kir ku bêdengiya hikumeta Iraqê ya li dijî van êrişan ew e ku naxwaze destkeftiyên Kurdistanê bipêşbikevin û wiha domand: “Di 20 salên ku me li pey xwe hişt de, hebûna Iraqê ketibû rewşa nîqaşê. Çi ji aliyê leşkerî çi ji aliyê aboriyê kurdan Iraq jinûve dan avakirin. Li Bexdayê kurd dibin hêzeke siyasî. Rêveberiya Bexdayê ya ku dixwaze pêşiyê li vê bigire, naxwaze destkeftiyên li Başûr bi pêş ve bikevin. Ji ber vê yekê dixwaze pêşiyê li destkeftiyên kurdan bigire. Heke êriş berdewam bikin xetereya ku destkeftiyên kurd ji holê rabin heye.”   ‘KURD AMADE NE KU LI BER XWE BIDIN’     Berwarî, bi lêv kir ku gel gelemperî bi bertek e û PDK dixwaze pêşiyê li van bertekên derdikevin holê bigire û diyar kir ku gelê bertekê nîşanî êrişan dide di bin xetereya girtin û binçavkirinan de ye. Berwarî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji Xaneqînê heta Dihokê li her derê gel li dijî vê dagirkeriyê ye û naxwaze. Tiştên tên kirin ji derveyî vîna gelê Başûr in. Ji sala 1992’yan ve gel bertekên xwe nîşanî hebûna Tirkiyeyê ya li vir dide. Beriya niha bi milyonan îmze hatin komkirin. Parlamenteran daxuyanî dan. Li Bamêrnê û Şêladizê gel bertek nîşan dan. Heke desthilata li vir, zextên li ser gel rake, gel weke Şêladizê xwediyê wê hêzê ye ku leşkerên tirk ji vir derxîne. Gelê kurd ji bo amade ne ku li ber xwe bidin.”   ‘ARMANC DAGIRKIRINA BAŞÛR E’    Berwarî, destnîşan kir ku rêya derketina li dijî êrişan a kurdan di avakirina yekitiya netewî re derbas dibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kurdistan weke Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî tê xwestin bê valakirin. Kurd divê ji bo mirin û dagirkirin bi dawî bibe li dijî vê yekê bisekinin. 800 salan Osmaniyê û 100 sal in jî Tirkiye dixwaze demogragiya li Rojhilata Navîn biguherînin. Tişta ku beriya niha nedikarî bike niha bi zora çekê dike. Divê kurd li dijî vê hişyar bin. Di projeya Tirkiyeyê de armanca dagirkirina Başûr heye. Di serî de 4 parçeyê Kurdistanê divê kurd li hemû cîhanê li dijî dagirkeriyê bi ruhê yekitiya neteweyî bibin yek.”   MA / Delal Akyuz