Li Bursayê di du fabrîkayên rex hev de şewat derket 2024-07-23 11:42:56 BÛRSA - Li navçeya Yildirimê, di du fabrîkayên rex hev de şewat derket.    Li taxa Vakif a navçeya Yildirim a Bûrsayê, di du fabrîkayên hilberîna kaxiz û elyafê dikirin de serê sibê şewat derket. Piştî agahîdayînê gelek tîmên agirkujî û tenduristiyê sewqî herêmê hatin kirin. Ji ber şewat nêzî jîngehê ye tevbîrên berfireh hatin girtin. Herwiha ji bo vemirandina agir ji Midûriyeta Daristanê ya Herêmê helîkopter hate xwestin.    Dukêla şewatê li gelek deverên bajar tê dîtin. Mudaxileya tîmên agirkujiyê ya ji bo vemirandina şewatê didomin.