Îdianmeya siyasetmedarên HDP’î piştî salekî hate qebulkirin 2024-07-23 13:08:38   ÎZMÎR - Îdianameya derbarê hevserokên HDP’iyên Îzmîrê yên berê hatibû amadekirin û ji hêla du dadgehan ve bi sedema “bêrayetiyê” hatiye radkirin ji hêla îstînafê ve ji Dadgeha 13’emîn Cezayê Giran a Îzmîrê re hate şandin. Danişîna ewil a dozê dê di 4’ê cotmehê de bê lidarxistin.    Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan di 6’ê cotmeha 2023’yan de hatin binçavkirin û piştre hatin girtin. Îdianameya derbarê hevserokên de hatiye amadekirin ji Dadgeha 13’emîn a Cezayê Giran re hate şandin. Dosyeya berî niha ji hêla 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê û 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ve bi sedema “bêrayetiyê” hatiye redkirin, ji hêla Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Îzmîrê ve ji Dadgeha 13’emîn a Cezayê Giran a Îzmîrê re hate şandin.    Ji bo dîroka danişîna hevserokên bi îdiaya  “Endamtiya rêxistinê”, “Fînansekirina rêxistinê” tên darizandinê 4’ê cotmehê hate diyarkirin û biryara domandina girtina wan hate dayîn.