Cenazeyê Îpek Bakirhan dê sibe li Qersê bê definkirin 2024-07-23 13:29:31 ENQERE - Cenazeyê dayika Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Îpek Bakirhan dê sibe li Qersê bê definkirin.    Dayika Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Îpek Bakirhan îro di danê sibehê de wefat kir. Cenazeyê Bakirhan sibe saet 12.00’ê piştî nimêja cenazeyê ya li Mizgefta Paşaçayirê ya li navenda Qersê dê were definkirin.