Welatiyan bertek nîşanî komên DEDAŞ’ê dan 2024-07-23 14:11:47 MÊRDÎN - Welatiyan Dêrikê bertek nîşanî komên DEDAŞ’ê yên tevî leşkeran ji bo rakirina trafoyan hatin dan.    Komên Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) duh li gundê Qesra Genco yê navçeya Dêrika Mêrdînê 4 trafoyên şêniyên gund rakirin. Komên DEDAŞ’ê ji bo rakirina trafoyan jî “deynên nehatine dayin” weke hincet nîşan dan. Komên DEDAŞ’ê îro jî ji bo rakirina trafoyan hatin gund. Gelek leşker jî li kol koman bûn û rastî bertekên şêniyên gund hatin.    Leşkeran êrişî şêniyên gund kirin û gazên îsotê avêtin. Gelek welatî ji gazên îsotê bibandor bûn. Hinek welatî derketin stûnên ceyranê û hewl dan komên DEDAŞ’ê asteng bikin.    Rageşiya li gund didome.