Dayik û keça bi ceyranê ketine jiyana xwe ji dest dan 2024-07-23 14:27:17   RIHA - Li Rihayê dayik û keça bi ceyranê ketine, jiyana xwe ji dest dan.    Li gundê Fewanta ya navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê dayik û keça bi ceyranê ketine û jiyana xwe ji dest dan. Li gorî îdiayê dayik Zehra Eleslî (50) û keça xwe Hatûn Eleslî (15) yên bi ser banê xaniyê xwe bi makîneyê salçeya bacanên sorê çêdikirin bi ceyranê ketin. Bi agahîdayînê tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîman diyar kirin ku dayik û keça xwe jiyana xwe ji dest dane.   Cenazeyê dayik û keça xwe ji bo karûbarên otopsiyê werin kirin, rakirina morga Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Cendirmeyan têkildarî bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin.