DEM Partiyê li dijî qirkirina daristanan serlêdan kir 2024-07-23 16:55:00   ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Nevroz Ûysal Aslan têkildarî qirkirina daristanên li Şirnexê tên jiyîn serî li Saziya Venêrîna Cemaweriyê da.    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Nevroz Ûysal Aslan têkildarî birîna daran a bi destê leşker û cerdevanan tên kirin, serî li Saziya Venêrîna Cemaweriyê (KDK) da.   Di serlêdana giliya derbarê Midûriyeta Giştî ya Daristanan de hat gotin ku li herêma dar lê tên birîn, tim “Herêma ewlehiya teybet” tê îlankirin. Di serlêdanê giliyê de îşaret li rapora Baroya Şirnexê ya 2021’an hat kirin û hat gotin ku qada daristanê ji sedî 44’an ketiye ji sedî 36’an.    ‘BI KÎJAN BIRYARAN TÊN KIRIN?’   Di serlêdanê de hat diyarkirin ku sererastkirinên qadên daristnan, peywira Midûriyeta Giştî ya Daristanan e, sererastkirin divê li gorî tespît û tayînên vê midûriyetê werin kirin. Di serlêdanê de hat gotin ku dar bêyî usil tên birîn, ev rewş derveyî destûra bingehîn û qanûnên navneteweyî ne. Di serlêdanê de hat pirsîn bê ka birîna daran li gorî kîjan biryarên îdarî ne û ji saziyên civakî yên sivîl û şandeyên serbixwe hat xwestin ku li herêmê lêkolînê bikin. Herwiha hat xwestin ku sazî têkildarî  mijarê biryara pêşiniyaran jî bide.