Hevdîtina ‘Xizmetên herêmî û aqilê hevpar’: Amed dikare bibe bajarekî mînak 2024-07-23 16:55:44 AMED - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak beşdarî hevdîtina DÎTAM’ê ya “Xizmetên herêmî û aqilê hevpar” bû û behsa plana stratejiya 5 salan kir. Bucak, wiha got: “Em dikarin li Amedê modêlekî ava bikin. Ez ji vê bibawerim.”    Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) li hotêleke bajar hevdîtina “Xizmetên civakî û aqilê hevpar ê Amedê” li dar xist. Hevşaredarên DEM Partiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li bûn.    Serokê Lijneya Rêveber a DÎTAM’ê Mesût Azîzoglû di hevdîtinê de got ku wan di kanûna 2023’yan de bi sernavê “Amed di xizmetên herêmî de çi winda dike?” xebatek dane meşandin, di meha çileyê de civîn li dar xistine û xebatên têkildarî bajar, hawirdor, çand, rewşa îktîsadî, pêşketina çoltarê, jin û zarokan kirine rapor. Azîzoglû, projeya “Tora şopandina xizmetên herêmî” ragihand û got ku ew li bendê ne projeya wan ji bo plana stratejiya şaredariyê sûdewer be. Azîzoglû, qala kêmasiyên di raporê de jî kir û da zanîn ku qeyûmên di nava 8 salan de hatine tayînkirin zirar dane bajar.    Cîgirê Serokê DÎTAM’ê Sedat Yurttaş jî anî ziman ku di nava 8 salan de ji ber qeyûman li Amed û herêmê gelek tişt hatine windakirin û xwest ku êdî pêşî li vê were girtin. Aborînas Mehmet Aslan jî kurtasiya rapora têkildarî bajar li ser slaytan pêşkeş kir.    PLANA STRATEJIYA 5 SALAN    Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî da zanîn ku li pêşiya wan 5 salên zehmet hene û ev tişt anî ziman: “Em bi hev re axivîn û em ê di dawiya 5 salan de bên gel hev. Têkildarî hawirdor, veguhestin, jin, ciwan, astengdar, avahiyên qaçax, binesazî û hwd. de plansaziyên me yên stratejîk hene. Divê polîtîkaya îmarê ya bajar di nava 5 salan de bê revîzekirin. Li Rezanê pirsgirêkên veguherînê û krîzên piştî erdhejê hene. Em ê li gel dînamîkên herêmî bixebitin û çareseriyên domdirêj pêş bixin. Em ê ji bo pêşeroja bajar gavên şênber biavêjin. Em dikarin li Amedê modêlekî ava bikin. Ez ji vê bibawerim.”    ‘EM Ê HESABÊ JI QEYÛMAN BIPIRSIN’   Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun jî pratîkên qeyûman bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Bi kattrîlyonan deyn li pey xwe hiştin. Ma ji ber vê em ê xizmetê nekin? Na. Ev bû 3 meh em hatine. Me ji banka pêşvebirinê ya Japonyayê bi bihayê 74 kattrîlyonan kredî xwest û em ê ji bo binesazî û avê xerc bikin. Em ê destûrê nedin kesek keyfa vê talanê bijî. Katrilyonan lîre ji bo keyfa xwe kirin deyn û dema edalet pêk hat em ê hesabê jê bipirsin.”    NAVENDA KOORDÎNASYONA AFEDÊ    Hatun, got ku projeya wan a navenda koordînasyona AFED’ê heye û got: “Dema proje qediya em ê bidin îhaleyê. Me cih diyar kir. Em ê projeyeke pir mezin çêbikin. Bila bi têrî bajarên din jî bike.”    XEBATÊN TÊKILDARÎ ZIMANÊ KURDÎ   Hatun, bal kişand ser xebatên ji bo kurdî jî û wiha pê de çû: “Me navên tevahiya beşên di şaredariyê de bi du zimanan nivîsand. Em bi kesên li ser ziman xebatan dimeşînin re dixebitin. Heke zimanê Amedê bibe kurdî dê yê bajarên din jî wisa bibe. Em ê kêmasiyên xwe bi hev re çareser bikin. Xebatên me yên weke Zarokistan, Zimzim û hwd. hene. Em ê xwedî li Çemê Dîcleyê derkevin. Bila gelê me bizane ku qeraxê Çemê Dîcleyê yê her kesî ye. Ne tenê ya kesên li wir ji xwe re kargeh vekirin e. Divê tevahiya gel wekî hev ji wir sûd bigire. Divê bikarin bi awayekî azad li wir geştê bikin. Em di vê mijarê de piştgiriyê ji gelê xwe dixwazin.”    Hatun, herî dawî jî got ku dê li tevahiya taxên 17 navçeyan bigerin û hevdîtinên xwe didomînin.    Hevdîtin bi beşa pirs-bersivan qediya.