Strana ‘Olurum Turkiyem’ li ciwanên binçavkirî dan guhdarkirin 2024-07-24 09:38:18   MERSÎN - Li Mêrsînê strana “Olurum  Turkiyem’ li ciwanên bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatine binçavkirin dan guhdarkirin.    Komekî ciwanan li perava Mêrsînê li gel stranan, govend gerandin û dirûşm berz kirin. Piştî ku ciwanan van dîmenan bi ser hesabên xwe yên medya dîjîtal parve kirin, hatin hedef nîşandan. Di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin 9 ciwan di 22’yê tîrmehê de hatin binçavkirin. Derbarê dosyeyê de biryar veşariyê hate dayîn û hat zanîn ku ciwan bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatine binçavkirin.    STANA DIZÎNE DAN GUHDARKIRIN   Polîsan strana “Olurum  Turkiyem’ li ciwanên binçavkirî dan guhdarkirin. Derketibû holê ku strana polîsan li ciwanan daye guhdarkirin, di sala 1986’an de ji hêla Koma Qamişlo hatibû amadekirin û stranbêj Mûstafa Yildizdogan jî stranê wekî ku ew bi xwe ye amade kiriye, gotinên tirkî lê zêde kir û di albuma xwe ya sala 1993’yan de cih dabû stranê. Stran hatiye dizîn ji hêla nijadperest û ulkucuyan ve gelek tê guhdarkirin.