Parêzer Erol: Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna israra di çareseriyê de ye 2024-07-24 10:59:04   ENQERE - Parêzer Ozgur Erol têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê weke “Têkoşîna israra di di çareserkirina pirsgirêka kurd de ye” nirxand û wiha got: “CPT’yê têkildarî rejîma dermirovî ya li Îmraliyê tespîtên girîng kiriye lewma naxwazin rapora CPT’yê were parvekirin.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji sala 1999’an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Biind a Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin. Zêdetirî 40 meh in ji Abdullah Ocalan û girtiyên din agahî nayên girtin. Tekane saziya navneteweyî ya ku dikare biçe Îmraliyê, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ye û ew jî bêdeng e. CPT, rapora xwe ya têkildarî îmraliyê bi hinceta “Destûra welatê alî tune ye” parve nake. Lê heke binpêkirin bidomin, mafê CPT’yê heye ku rapora xwe eşkere bike. CPT a ku tecrîda girankirî ya li Îmraliyê nabîne, ji ber binpêkirinên heyî demek berê derheqê Azerbaycanê de daxuyanî dabû.    Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol têkildarî tecrîda li Îmraliyê, hincetên qedexeyê û helwesta CPT’yê axivî.    ROL Û BANDORA ABDULLAH OCALAN   Erol, got ku gelek sedemên tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan hene û ev tişt anî ziman: “Sedema sereke jî rola birêz Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka kurd de ye. Birêz Ocalan li Îmraliyê xwedî pzôsyoneke biîstîqrar e. Bi taybe jî ji bo kurd û tirk bi hev re bijîn, çareseriyên berfireh pêş xist. Ev çareserî pêş xist û spart guftûgo, çareserî û aştiyê. Ji ber israra xwe ya di vê pozîsyonê de, demek piştre hinek derdorên dewletê jî qaneh kir. Vê jî rê li ber pêvajoyê vekir. Derket asta muxatabiyê.”    CEZAYÊN DISIPLÎNÊ   Erol, got ku dewlet hewl dide bi girankirina tecrîdê re vê rola Abdullah Ocalan ji holê rake û wiha pê de çû: “Pêwendîdanîna bi birêz Ocalan re dê di mijara guftûgo û çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd de nîşaneyan bide. Dê îxtîmalekî vekirî derxîne holê. Tecrîd, sepaneke dermirovî ye. Cezayên disiplînê jî weke hincet tên nîşandan. Tu wateyeke van a hiqûqî û siyasî nîne. Ev cezayên disiplînê tenê lîstik in. Biryarên polîtîk ên ji bo domandina tecrîdê ne. Yên din tevek amûrên van biryarên esasî ne. Çima dixwazin ev tecrîd ev qas bidome? Bêguman yek ji sedema vê ya diyarker, sekna birêz Abdullah Ocalan e.”    ‘ABDULLAH OCALAN TÊ WATEYA ÇARESERIYÊ’   Erol, gotina Abdullah Ocalan a “Tecrîda girankirî, tunekirina vebijêrkên siyasî û hiqûqî ye” bi bîr xist û wiha domand: “Di esasê xwe de ez gotinên xwe li gorî vê tespîtê dikim. Gelo em qala tunekirina kîjan vebijêrkên hiqûqî û siyasî dikin? Bêguman em qala çareseriya pirsgirêka kurd dikin. Birêz Abdullah Ocalan di pirsgirêka kurd de tê wateya vebijêrka siyasî û hiqûqî. Tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan, tunekirina van vebijêrkan e. Wê demê jî tenê vebijêrkên leşkerî, zext û tehekûmê dimînin. Hinek derdor dibêjin ‘çima tevgera siyasî ya kurd navenda siyaseta xwe dike tecrîd.’ Ma kes an jî avadaniyeke din a tê wateya çareseriya siyasî û hiqûqî heye? Na. Divê her kes êdî vê rastiyê fêm bike. Heke tecrîd hebe ev tê wateya tunekirina vebijêrkên çareseriya hiqûqî û siyasî. Lewma têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna israra di çareseriya siyasî û hiqûqî ya pirsgirêka kurd e.”    'HEKE TECRÎD RABE DÊ ÇARESERÎ HÊSANTIR BIBE’    Di berdewamê de Erol anî ziman ku têkoşîna li dijî tecrîdê di asta tê xwestin de nîne û wiha derbirî: “Heke me ji hêla siyasî û hiqûqî ve têkoşîneke baş pêş bixista, dê me encamên bidîta. Di serî de ez, eşkere ye ku kêmasiyên me hene. Lê divê mirov çalakiyên civak, siyasetmedar û girtîgehan jî jinedîtîve neyê. Li gorî min ev pir bi bandor in. Tevî zexta heyî jî tên domandin û bi rêzdarî nêz dibim. Rakirina tecrîdê dê çareseriya pirsgirêka kurd bide ferzkirin.”   CPT ÇIMA DAXUYANIYAN NADE?    Parêzer Erol, ji bo bêdengiya CPT’yê ev nirxandin kir: “Hêj jî rapora hevdîtina 2 sal berê nehatiye parvekirin. Destûr nayê dayîn ku parve bikin. Di esasê xwe de ev rewş naverokê hinek vedibêje. Heke ev du sal in destûr nehatibe dayîn, xuyaye ku têkldarî muameleya xerab û rejîma dermirovî ya li Îmraliyê tespîtên girîng hene. Ji bo eşkerekirina vê raporê di destê CPT’yê de mekanîzma hene. Meseleya li vir ev e; beriya 15 salan hinek hefteyan hevdîtin nedihatin kirin û CPT’yê li dijî vê rewşê daxuyanî da. Lê niha hevdîtin bi temamî ji holê rakirine. Lê dîsa jî daxuyaniyê nade. Xuyaye ku berjewendiyên siyasî di nava vê mijarê de ne. Nîşan dide ku ji Yekitiya Ewropayê û konseyê hinek derdor ketine dewrê.”    ‘TECRÎD ÎTÎBARA CPT’YÊ XERAB DIKE’    Erol, bi lêv kir ku tiştên diqewimin li dijî krîter û nirxên YE û CPT’yê ne û wiha got: “Tecrîd, zirarê dide îtîbara CPT’yê. Li gorî min CPT’yê jî ferq kir ku ev rewş her ku diçe ji bo wê vediguere pirsgirêkeke cidî. CPT’yê derheqê Azerbaycanê de daxuyanî da. Ev ji bo welatên din jî peyameke. Bi taybet jî ji bo Tirkiyeyê.”    ‘BIRYARA BINPÊKIRINÊ EV 10 SAL IN NAYÊ CÎBICÎKIRIN’    Erol,  bi bîr xist ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014’an de ji ber cezayê muebbeta girankirî yê bêyî mafê berdana bişert weke binpêkirina “Mafê hêviyê” nirxandiye. Erol, axaftina xwe wiha qedand: “Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dê vê biryarê di meha îlonê de bixe rojeva xwe. Ev 10 sal in ev biryara têkildarî mafê hêviyê de nehatiye cîbicîkirin. Ev yek ji bo kesên ev biryar standin pirsgirêka îtîbarê ye. Ev rastî dibe sedema bêîtîbarbûna saziyên siyasî. Saziyên ku ji bo cîbicîkirina vê biryarê hêza venêrînê di destê wan de ye, xwe paşve dide. Ev yek jî aliyê navneteweyî yê rejîma Îmraliyê nîşan dide.”    MA / Mehmet Aslan