ROJIN’ê ji bo Ezîzî û Muhammedî bang kir: Biryara îdamê bidin sekinandin 2024-07-28 11:40:08   NAVENDA NÛÇEYAN - ROJIN’ê bi daxuyaniyekê bang li her kesî kir ku li dijî biryara îdamê ya rejîma Îranê ya ji bo rojnameger Pexşan Ezîzî û aktîvîst Şerîfe Muhammedî bikevin nava tevgerê û biryarê bidin sekinandin.   Komeleya Rojnamevanên Jin (ROJIN) têkildarî biryarên îdamê yên rejîma Îranê yên ji bo rojnameger Pexşan Ezîzî û aktîvîst Şerîfe Muhammedî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku zextên rejîmên totalîter ên li ser rojnamegran zêde dibin.    Bi domdarî hat diyarkirin ku yek ji welatên herî zêde zext û girtin lê hene Îran e û wiha hate gotin: “Piştî serhildanên ‘Jin Jiyan Azadî’ ya di 2022’yan, êrişeke nû li ser êrişa heyî zêde bû. Rejîma Mollayê di 23’yê tîrmehê de cezayê îdamê da rojnamevan Pexşan Ezîzî û aktîvîst Şerîfe Muhammedî. Serokkomarê nû Mesûd Pezeşkiyan polîtîkayên îdam, zext û tundiyê ji Îbrahîm Reîsî dewr girt.”   Herî dawî jî ev bang hate kirin: “Weke ROJIN’ê em dixwazin diyar bikin ku em bi rojnamevanên jin re ne ku li dijî polîtîkayên îdamê yên Îranê li ber xwe didin, têdikoşin û ji daxwazên xwe tawîzê nadin. Em bi hemû jinên ku ji bo azadiya xwe li ber xwe didin re ne. Di şexsê Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî de em rojnamevanên bi wêrek û aktîvîstên jin silav dikin ku li dijî zextên dewletên faşîzan û mêtinger serî natewînin, ji bo berxwedana jinan ragihînin raya giştî berdêlên giran didin. Em bang li hemû saziyên çapemeniyê û rêxistinên jinan dikin ku bila bi zanebûna ‘têkoşîna li dijî îdamê wezîfeyeke mirovî ye’, ji bo rawestandina cezayê îdamê bikevin nav liv û tevgerê.”