Li Wanê zaroka ketî bendavê jiyana xwe ji dest da 2024-07-28 13:12:34   WAN - Zaroka bi navê Hîranûr Oner a li navçeya Payîzavayê ketî Bendava Zernekê, jiyana xwe ji dest da.    Zaroka 13 salî Hîranûr Oner li navçeya Payîzava ya Wanê ji bo hênikkirina laşê xwe kete ava Bendava Zernekê. Oner, di bendavê de xeniqî û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Oner, ji hêla binavgeran ve hate derxistin.