Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê: 4 hezar û 596 roj in em li edaletê digerin 2024-07-28 15:00:15 ENQERE - Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê di meha 151’emîn a komkujiyê de wiha got: “Necezakirina bi destê pergalê ev 657 hefte ne didome û ev 4 hezar û 596 roj in em li edaletê digerin.”    Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê di meha 151’emîn a Komkujiya Roboskê de ku di 28’ê Kanûna 2011’an di encama bombebarana artêşa tirk a li dijî gundê Roboskê yê navçeya Qileban a Şirnexê de 19 jê zarok 34 kes hatibûn qetilkirin, hatin gel hev. Daxuyanî li pêşiya avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila kujer bên dîtin, Roboskê êdî tu caran” hate hilgirtin.    Endamê ÎHD’ê Tanju Gunduzalp daxuyanî xwend û got ku kesên komkujiya 13 sal berê kirin di tarîtiya Enqereyê de hatine veşartin. Gunduzalp, wiha domand: “Ev 151 meh in hiqûq tune ye, 657 hefte ne necezakîrîna faîlan bî destê pergalê tê domandin û ev 4 hezar û 596 roj in em li edaletê digerin. Li Roboskê 19 jê zarok 34 sivîl hatin qetilkirin û ev 5 hezar roj in em bi hev re li edaletê digerin. Em derhiqûqtiya bi destê rêveberan, Meclis, daraz, AYM û DMME’yê tê domandin dijîn. Roboskê, di dersa dewletê de komkujiyeke. Mafê jiyanê yê mirovan bi awayekî bêwijdanî hatiye binpêkirin. Dijderketina li sînoran, şer û birçîtiyê, ji bo jiyaneke aştiyane ya bi hev re, edaleta ji bo Roboskê girîng e. Sembola şer jî aştiyê jî Roboskê ye. Yên bêedaletî û necezakirinê diafirînin, dê tu caran ji rûpelên qirêjî yên dîrokê nekarin derkevin.”    ‘ROBOSKÊ DÊ HER DI BÎRA ME DE BE’    Gunduzalp, anî ziman ku heta edalet neyê Roboskê dê neyê Tirkiyeyê jî axaftina xwe wiha qedand: “Di serî de Roboskê, em tevek dê heta dawiyê nerazîbûna xwe ya li dijî şer û tundiyê nîşan bidin. Em aliyê lêgerîna edaletê, pêkvejiyanê û aştiyê dgirin. Li dijî dewlet û îktîdarê, heta ku em ji bo Roboskê û hemû komkujiyan edaletê pêk tînin dê dê têbikoşin. Dê Roboskê her di bîra me de be. Roboskê, ezmûna dewlet û îktîdarê, şerm û birîna nekewandî ya vê xakê ye. Rêya aştî û edaletê ya vê xakê ji Roboskê re derbas dibe. Pir girîng e ku berpirsyar bên dîtin, bên darizandin û cezakirin. Me ji bîr nekir, em ji bîr nakin û dê nedin jibîkirin.”