Hatîmogûllari protesto kir: Em li benda herkesê ne ku tev li govenda azadiyê bibin 2024-07-28 22:27:44   ÊLIH - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya serdana Şaredariya Êlihê kir, ligel welatiyan bi dahol û zirneyê re govend gerand û binçavkirin û girtin şermezar kirin.    Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a di çarçoveya kampanyaya “Nan û Edaletê” de li Êlihê ye, piştî hevdîtina bi karkeran re serdana şaredariyê kir. Girseya qelebalix ku Hatîmogûllari jî di nav de ji Petrol Îş’ê ber bi Şaredariya Êlihê ve meşiya. Hatîmogûllari ya piştî meşa ku bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Em ê berxwedanê serbikevin” , “Jin jiyan azadî” û “Qeyûm dê hesabê bidin gel” hate lidarxistin, derbasî avahiya şaredariyê bûn.    PROTESTOYA BI GOVENDÊ     Piştî serdana hate kirin li ber şaredariyê daxuyanî hate dayîn. Hatîmogûllari, bertek nîşanî binçavkirin û girtina ciwanên a bi hinceta gerandina govendê da û wiha got: “Li Mêrsîn, Sêrt, Êlih û Stenbolê kesên ku bi cilên xwe yên herêmî govend gerandin weke sûcdar hatin îlankirin. Me di salên 90’î de dît ku bi ser dawetan de hate girtin. Me dît ku bûk û zava hatin binçavkirin. Gelên din çawa ku govend gerandin gelê kurd jî bi çanda xwe govendê digerînin. Em vê ferzkirina yekperestiyê qebûl nakin. Hedef nîşandana Ak-trolan dane destpêkirin didome. Lê çibikin bila bikin nikarin govenda me, çanda me, zimanê me asteng bikin. Em niha li bendê ne ku herkes tev li govenda azadiyê bibin.”   Hatîmogûllari pişt re bi welatiyan re govend gerand û rewş protesto kir. Di dema govendê de ligel çepik û tilîliyan dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin.