Xwebûn bi manşeta ‘Çeteyên hevpar’ derket 2024-07-29 08:20:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 241’emîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Çeteyên hevpar” derket. Di vê hejmarê de rojnameyê bal kişand ser komên paramîlîter ên ji bo şerê li dijî PKK’ê birine ser sînor.    Hejmara 241’emîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Çeteyên hevpar” derket. Di manşetê de rojnameyê bal kişand ser hevkariya dewleta tirk, PDK û komên paramîlîter ên ji bo şerê li dijî PKK’ê ji Sûriyeyê derbasî herêma ser sînor hatine kirin.    Rojnameyê di surmanşetê de bi sernavê “Roza Rêber Apo doza cîhanê ye” cih da polîtîkayên cezayê hucreyê û xwedîderketina gelên cîhanê ya li fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Rojnameyê bi Hevserokê Înîsiyatifa Parêzerên Sûrî Mihemed El Neyîmî re axivî û li ser polîtîkayên tecrîdê rawestiya.    Rojnameyê nûçeya Rûpela Jin a bi sernavê “Bi fikra Rêber Apo xwe diparêzin” di binmanşetê de da û cih da têkoşîna jinên Şengalî ya li dijî êrîşan.   Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Riham Hesen anî ziman ku DAIŞ’ê bi kirîn û firotina xwişkên wan, xwestin jinê bixînîn û got: “Di şexsê jinan de xwestin civakê tune bikin. Lê dijberî vê yekê kîn û nefreta civakê ya li dijî êrîşkaran zêdetir bû. Jinan bêtir xwe bi rêxistin kir. Bêtir xwe parast û bi fikr û felsefeya serokatiyê xwe pêş xist. Piştî fermanê yên herî zêde bi fikr û felsefeya Serokatiyê de xwe zane û bi rêxistin kir. Jin di aliyê siyasî, civakî, dîplomasî û parastinê de cih digirin. Tevgera Azadiya Jin a Êzidî (TAJÊ) ava kirin.