Li Afyonê qeza: kesek mir, 38 kes jî birîndar bûn 2024-07-29 09:57:30   AFYON - Li navçeya Sandikliyê otobusekî û komyonek li hev qelibîn. Di qezayê de kesek mir 38 kes jî birîndar bûn.    Otobusa bi plakaya 06 AEL 893 ya ajokariya wê Ş. B. (56) dikir û ji Enqereyê ber bi Antalyayê ve diçû. Otobûs li ser riya navçeye Sandikliyê Afyonkarahîsar û Antalyayê ya derdorê gundê Kusura, bi komyona H.B.Y. (35)  diajot a bi plakaya 03 AGM 671’ê a ku ceh hatibû barkirin li hev qelibîn. Di encama qezayê de muavînê otobûsê N.K. (35) jiyyana xwe ji dest da, 38 kesên ku di wesayîtê de jî birîndar bûn.     Piştî agahîdayînê gelek tîmên tenduristî, cendirme, polîs û agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Kesên birîndar bûne bi ambûlansan sewqî nexweşxaneyên cuda yên li Afyonê hatin kirin.    Piştî lêkolînên hatine kirin cenazeyê muavîn ji bo karûbarên otopsiyê werin kirin, rakirin morgê.