Ahmet Ozer: Tayînkirina qeyûman tiştekî rast nîne 2024-07-29 16:55:34   WAN - Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer li Wanê bi rojnamegeran re civiya û wiha got: “Tayînkirina qeyûman tiştekî rast nîne. Gelê Wanê ev biryara xelet vala derxist. Ji ber têkoşîna gel a li dijî van operasyonan ez wan pîroz dikim.”    Şaredarê Esenyurt a Stenbolê Ahmet Ozer li hotêleke Wanê bi rojnamegeran re hate gel hev. Ozer, li pirsgirêkên rojnamegeran guhdarî kir û piştre bal kişand ser hewldana xespkirina mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan. Ozer, wiha got: “Tayînkirina qeyûman tiştekî rast nîne. Li cihekê îradeya gel heye divê qeyûm tune bin. Gel çi bibêje divê ew be. Xwestin ji bo tayînkirina qeyûm li dijî Wanê operasyonê bikin. Lê gel ev xeletî bala derxist. Ez ji ber têkoşîna gel a li dijî vê operasyonê wan pîroz dikim.”    Ozer û şandeya pê re piştre çûn serdana Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê. Şande ji hêla Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî û rêveberiya partiyê ve hat pêşwazîkirin.    Bernameya Ozer a li bajar ji çapemeniyê re girtî domiya.