Kesên ku nivîsên hişyariyên bi kurdî jê birin hatin gilîkirin 2024-07-29 18:48:28   AMED - OHD û Baroya Amedê kesên ku nivîsên hişyariyên bi kurdî jê birin gilî kirin.   Piştî Wanê li Amedê jî nivîsên bi kurdî yên “Hêdî” û “Pêşî Peya” hatin boyaxkirin. Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê û Baroya Amedê têkildarî boyaxkirina nivîsên bi kurdî serlêdan kirin û kesên ku nivîsên hişyariyên bi kurdî jê birin gilî kirin.   Di serlêdana sûc a OHD’ê de hate xwestin ku derbarê kesên ku di boyaxkirina nivîsan a di bin kontrola polîsan hate kirin de cih girtin bi sûcên “Gel ji bo kîn û dijminatiyê teşwîq dike” , “Peywîra xwe nebaş kirine” , “Zirardayîna mal û milkê cemaweriyê” kirarî were kirin.   Baroya Amedê jî daxuyaniyek da û ragihand ku derbarê kesên ku jêbirina nivîsan de cih girtin serî li Serdozgeriya Komarê daye û xwest derbarê wan kesan de “Gel ji bo kîn û dijminatiyê teşwîq dike” û “Zirardayîna mal û milkê cemaweriyê” kirarî were kirin.