Leşkerekî ku govend gerand hate girtin 2024-07-29 22:11:07 STENBOL - B.S. yê di keyfxweşiya leşkeriyê de strana kurdî got û govend gerand li Aydinê hate girtin.    Leşkerekî ku ji aliyê hesabên trol ve hedef hate nîşandan hate girtin. B.S. yê li Aydinê leşkerî dikir, li şaxa leşkeriyê hate binçavkirin. B.S. ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate girtin û ew şandin girtîgehê.     Hate zanîn ku B.S. ji ber di keyfxweşiya ji bo leşkeriyê ya li navçeya Arnavûtkoyê de strana kurdî gotiye û  govend gerandiye hatiye girtin. Hate diyarkirin ku li kesekî din ê di nav govendê de digerin.