ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-30 09:00:30 * Li Gabarê di bin navê lêgerîna neftê de talana xwezayê didome. Welatiyên ku di sala 1990’î de bi darê zorê ji gund hatine derxistin û niha jî nikarin biçin bax û baxçeyên xwe gotin: “Li Şirnexê darek nehiştin ku di bin siya wê de rûnin.”   * Welatiyên ku ji ber pêkanîn li deriyê sînor ê li navçeya Bazîdê biderd in, wiha gotin: “Hefteyekê em têr in hefteyên din birçî ne. Dahat û lêçûn ji hev nagirin. Li cihê ku aştî lê nebe jiyan biha dibe.”   * Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partî Rezan Kaganarslan û Hevserokê SDGF’ê Muslum Koyûn, destnîşan kirin ku bi têkoşîna rêxistinî dikarin li dijî polîtîkayên şerê taybet ên weke hişbir, fihûş, sîxurî û koçê bisekinin.    * Filîz Taşkesen a ku 3 keçên wê ji ber gerandina govendê hatin girtin û ew bi xwe jî bi hefsa malê hate cezakirin, wiha got: “Aramiya me xera kirin. Bi milyonan kes govendê digerînin. Ma hemû dibin terorîst.”   * Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê dê têkildarî qezaya wesayîtê ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, li pêşiya avahiya partiyê daxuyaniyê bide. (13.00)   * Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê li navenda giştî ya partiyê têkildarî geşedanên heyî daxuyaniyê bide. (13.00) ZINDÎ   * Nûnerê kovara Ozgur Halkê yê Êlihê Çetîn Abayay dê di salvegera qetilkirina xwe de li ser gorê xwe yê li Êlihê bê bibîranîn. (17.00)   * Dê têkildarî êrişên li dijî kurdî li pêşiya AZC Plaza ya li navçeya Bajarê Nû yê Amedê daxuyanî bê dayîn. Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê jî di bi heman boneyê li Parka Înonuyê daxuyaniyê bide. (18.00)   * Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkiqina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li Qada Şîşhaneyê ya Beyoglû ya Stenbolê hatiye destpêkirin, dê bidome. (20.00-22.00)