Li Wanê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin 2024-07-30 11:50:01 WAN - Polîsan di serdagirtina malan a li Wanê de tevî hevserokên DEM Partiyê yên Wanê Veysî Dîlekçî û Gulşen Kûrt, herî kêm 15 kes hatin binçavkirin.    Polîsan îro serê sibê bi ser gelek malbatan de girtin. Di serdagirtinan de li gel hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Veysî Dîlekçî û Gulşen Kûrtê, herî kêm 15 kes hatin binçavkirin.    Navên kesên di serdagirtina serê sibê de hatine binçavkirin wiha ne: “Hevseroka Komeleya Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) Hanim Kaya, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Aynûr Sarica, Hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Artemêtan Cemîl Baydar, Dayikên Aştiyê Sarya Suer, Hazal Suer û Munîfe Kaçak; Adem Onat, Fazil Nûman, Tahîr Artîm û Selma Cintan.   Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin di midûriyeta polîsan de tên ragirtin. Derbarê sedema binçavkirinan de tu agahî nehatin bidestxistin.