Êrişên li ser çanda kurdî bi govendê hatin şermezarkirin 2024-07-30 21:02:05 NAVENDA NÛÇEYAN – Girseya ku êrişên li ser çanda kurdan bi govendê şermezar kir got: "Em dest ji vê dîlanê bernadin."   Bertekên li dijî girtina kesên ji ber govenda li ber stranên kurdî hatin girtin didomin. Welatiyên ku li gelek bajaran govend gerandin êrişên li ser ziman û çanda kurdî protesto kirin.    AMED   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê li dijî êrîşên li ser çanda Kurd ji AZC Plaza heta caddeya Gevran a ku nivîsa “Pêşî Peya” lê ye meşiyan û daxuyanî dan. Hevserokên DEM Partî yên Amedê Abbas Şahîn û Gulşen Ozer, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Sultan Yaray, Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Cîftyurek, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED DER), Komeleya Jinan a Roja, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Dayikên di Nobeta Edaletê de ne, rêxistinên civakî ên sivîl û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Ziman hebûn û xwebûna civakê ye" hate vekirin û dirûşmeyên "Zimanê me rûmeta me ye" û "Bê ziman jiyan nabe" hatin berzkirin.   Daxuyanî ji aliyê Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sultan Yaray ve hat xwendin. Sultan Yaray anî ziman ku bi sed salan e li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên pişavtinê tên meşandin û got: “Ji bo vê jî serî li hemû rê û rabazên pişaftinê hatine danîn. Di van demên dawî de êrîşên li ser çand û zimanê Kurdî zêde bûne. Her civak bi ziman û çanda xwe heye. Her civak bi çand û zimanê xwe heye. Pêşketina ziman pêşketina civakê ye. Ziman mafekî wijdanî û exlaqî ye. Her civak xwedê mafê perwerde û jiyanê ye.”   Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.   EDENE   Rêxistina Bajêr a Edeneyê ya Partiya DEM'ê li Parka Înonû daxuyaniyek da çapemeniyê. Pankarta "Em bernadin vê dîlane" hat vekirin û dirûşmeyên "Bê govend têkoşîn bê azadî jiyan nabe" û "Bi govend û tililiyan em ê tecrîdê bişkênin" hatin berzkirin.    Li ser navê partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettin Aydemîr metna daxuyaniyê xwend. Aydemîr binçavkirinên hatine kirin şermezar kir û xwest kesên hatine girtin dmeildest bên berdan.    Aydemîr di berdewama daxuyaniyê de pêvajoya navborî wekî "provakasyonê" wesifand û got ku kes nikare gelê kurd tüne bihesibîne. Aydemîr bilêv kir ku govend dîrok e, govend nasnameya gelê kurd e û got: "Hûn nikarin gelê kurd tüne bihesibînin. Em bernadin vê dîlanê."    Piştî daxuyaniyê girse li ber erbaneyan govend gerand û binçavkirin û girtinan şermezar kir.    ÎZMÎR   DBP, DEM Partî, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Jin Art Huner (Jin Art) li ber Îskeleya Vapûrê ya Konakê govend gerandin û êrişên navborî şermezar kirin. Gelek eks beşdarî çalakiyê bûn û girse bi yekdengî dirûşmeyên "Bê ziman jiyan nabe" û "Zext nikarin me bitepisînin" berz kirin.    Çalakî bi strana "Ez Xelef im" û bi tilîliyan bi dawî bû.