Li Kerboranê jî nivîsên 'Pêşî Peya' hatin jêbirin 2024-07-30 21:22:14   MÊRDÎN – Li Kerboranê nivîsên "Pêşî Peya" yên ji aliyê Şaredariyê ve li ser rêyan hatin nivîsandin, ji aliyê polîsan û tîmên Midûriyeta Rêyên Bejahiyê hatin jêbirin.    Nivîsên kurdî yên Şaredariyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên li ser rêyan hatin nivîsandin, li Kerboranê jî hatin jêbirin. Nivîsên ku ji aliyê ŞAredariya Kerboranê ve li ser rêyan hatibûn nivîsandin, ji aliyê polîsan û tîmên Midûriyeta Rêyên Bejahiyê hatin jêbirin.