Keskîn bang li CHP'ê kir: Ji kodên xwe yên damezirîner dûr bikeve, gavekê biavêje 2024-07-31 09:11:56   STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn anî ziman ku daraza ku kesên li ber stranên kurdî govend gerandin girt "tetîkkêşiya desthilatê" dike û got ku divê CHP dest ji kodên xwe yên damezirandinê berde û ji bo çareserkirina meseleya kurd gavina bavêje.    Piştî li ser medyaya sanal hesabên nijadperest kesên li ber stranên kurdî govend gerandin kirin hedef, binçavkirin û girtin dest pê kirin. Piştî Mêrsîn, Agirî, Stenbol, Sêrt û Êlihê li Colemêrgê jî gelek kes hatin binçavkirin. Heya niha zêdetirî 20 kes bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hatin girtin. Di nava kesên hatin girtin de leşkerê bi navê B.S. jî heye ku di "şahiya leşkeriyê" de straneke bi kurdî gotibû.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, binçavkirin û girtinên dawî nirxandin.   Keskînê destnîşan kir ku di van girtinan de tu tiştekî hiqûqî tune ye.    Keskînê kampanyaya lînçkirinê ya di ser geovendê û stranên kurdî re hat destpêkirin wekî tiştekî" derî aqilan" pênase kir û got: "Li Kurdistanê hûn biçin kîjan dawetê li ber van stranan govend tê gerandin. Yanî, ev ne tiştekî nû ye. Ev tiştekî li derî aqilan e, lê bi ya min divê mirov li ser feraseta li paş wê bisekine. Ji lew re mirov tenê nehatin binçavkirin û girtin. Di heman demê de gava ew biring irtîgehê jî hatin îşkencekirin û sirûd û şarqiyên nijadperest bi wan dan guhdarkirin."   Keskînê bilêv kir ku armanca pêşîgirtina li cinayeta Serokê Ocaxên Ulkuyê yê berê Sînan Ateş tê girtin û got: "Di vir de divê mirov bibîne ku aqilê siyasî yê MHP'ê serdetsî yê desthilatê ye. Cinayetên li hemberî muxalifan bidin aliyekî, lê wekît ê zanîn îro li holê cinayetek heye. Kuştina kesekî serokatiya Ocaxên Ulkuyê kiriye û serokatiya wan kiriye li holê ye. Di vê dosyeyê de gelek delîl hene. Dixwazin pêşî li ber gengeşekirina van tiştan bigirin."    Keskînê bilêv kir ku tiştên diqewimin ne li derî meseleya neçareserkirina meseleya kurd in.    ‘DARAZ TETÎKKÊŞIYA DESTHILATÊ DIKE'   Keskînê bilêv kir ku daraz di warê binçavkirin û girtinan bi desthilatê re tevdigere û got: "Li vir daraz wekî tetîkkêşê desthilatê hereket dike. Ev, ne pirsgirêak îro ye. Daraz, her tim li Tirkiyeyê pêgirtiyê aqilê dewletê ye."    BANG LI CHP'Ê KIR   Keskînê destnîşan kir ku di serî de CHP divê hemû muxalif li hemberî van tiştan bêdeng nemînin û got: "Li vir peywireke mezin dikeve ser milê muxalefetê. Belê baroyên herêmê, ÎHD, DEM Partî daxuyaniyê didin. Lê heya niha tu deng ji CHP'ê derneketiye. Gava dor tê rayan, her sozî didin, lê li vir gava zilm li mirovên me tê kirin xw eli bêdengiyê datîne. Madem hûn doza rayan dikin, nexwe xwe ji kodên xwe yên dema darizandinê dûr bixin û ji bo çareserkirina meseleya kurd gavina bavêjin."    MA / Îbrahîm Irmak