Rewşa zimanê kurdî ya li Serhedê: Êdî ne zimanê dayikê, yê dapîrê maye 2024-07-31 09:26:08   WAN - Kurdolog Nezîr Ocek ku der heqê rewşa kurdî ya Herêma Serhedê de axivî, destnîşan kir ku divê kurd şoreşekê di mêjiyê xwe de pêk bînin û wiha got: “Êdî zimanê dayikê nemaye, zimanê dapîrê maye. Dayik û bavên niha kurdî nîşanî zarokan nadin.”   Polîtîkayên asîmîlasyonê ku Tirkiye ev sed sal in zêdetir e li ser kurdan dimeşîne, bênavber didomin. Ji avabûna komarê heta niha ji bo tunekirin û jiholêrakirina ziman, çand û dîroka kurdan her cûre polîtîka hatiye meşandin û ev polîtîka hêj jî di meriyetê de ne. Tirkiye ya ku tişta dixwest bi dest nexist, ji binçavkirin, girtin, îşkencekirin û heta kuştinê jî paş de nema. Lê dîsa jî gelê kurd li dijî hemû pêkûtiyên dewletê jî dest ji çanda xwe, zimanê xwe berneda û heta îro jî parast. Lê di hin mijaran de kurd lawaz man û bi zanebûn an jî bê zanebûn dest ji nirxên xwe berda. Yek ji wan nirxên herî bingehîn ya neteweya kurd zimanê dayikê ye. Zimanê kurdî niha li gelek deverên bakurê Kurdistanê bi rêjeyeke bilind tê axaftin, lê li gorî zimanzanan sentatîka ziman xerabûye û ev yek jî kurdiya resen ji holê radike.   Herêma Serhedê jî yek ji van hereman e ku kurdiya resen ber bi tunebûnê ve diçe. Li gelek deverên Serhedê kurdî bi rêjeyeke mezin tê bikaranîn, lê di nava kurdiya Serhedê de gelek peyvên tikrî jî hene. Ev yek hevoksaziya tikrî jî bi xwe re tîne û kurdiya resen ji holê radibe. Lewma, zana û pispor her tim ji bo perwerdehiya zimanê dayikê bang dikin.   JIYANA NEZÎR OCEK   Yek ji van zanayan kurdolog Nezîr Ocek e ku di sala 1961’ê de li gundê Xumar ê navçeya Şaxê ya Wanê ji dayik bûye. Ocek, dibistana seretayî û navîn li Wanê û lîse jî li Cizîrê xwend. Piştî wê çû Sûriyê û beşa Ziman û Wêjeya Erebî li Komela Şamê qedand. Ocek, di sala 2002’an de li Stenbolê li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê perwerdehiya zimanê kurdî hilgirt. Di kursa fermî ya zimanê kurdî de ku di sala 2004’an de li Wanê hat vekirin, dersên rêziman û wêjeya kurdî da. Di sala 2006’an de di damezrandin û rêveberiya KURDÎ-DER a Wanê de cih girt û ji wê demê ve xebatên zimanê kurdî dimeşîne.   ‘ZIMANÊ KURDÎ HER KU DIÇE LAWAZTIR DIBE’   Ocek di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa zimanê kurdî ya li Herêma Serhedê û diyar kir ku zimanê kurdî di Serhedê de lawaz e. Ocek anî ziman ku her çiqas ziman kurdî ji aliyê nivîskî ve heta astekê hatibe jî, xwendin û nivîsandina kurdî ku ne tenê Serhed, herêmên din jî heman rewş heye, gelek lawaz e. Ocek destnîşan kir ku zimanê kurdî rastî bişaftineke gelekî giran tê û wiha berdewam kir: “Di welatekê de mirov ji bo ziman pêşiyê jin û zarokan dinêre. Zarok di nava kolanan de bi kîjan zimanî bilîze, ew ziman li wî welatî serdest e. Bi rastî zimanê dayikê êdî nemaye, zimanê dapîrê ma ye. Dayik û bavên kurd êdî bi zarokên xwe re tirkî diaxivin. Zimanê kurdî her ku diçe lawaztir dibe.”   ‘KURD NANÊ XWE DI ZIMANÊ TIRKÎ DE DIBÎNIN’   Ocek bi lêv kir ku ev yek ne tenê  sucê dayik û bavên kurd in û da zanîn ku alternatîfên ji bo perwerdehiya zimanê kurdî kêm in. Ocek destnîşan kir ku zimanê tirkî zimanê aboriyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku dewlet bi zimanê tirkî diaxive kurd jî bi zimanê tirkî dibistanan perwerde dibînin û dikevin ezmûnan nan û mûçeya wan ji zimanê tirkî tê. Ne ji ber ku tirkî weke kurdî, erebî, ingîlîzî hwd. dewlemend e, ji ber ku aboriya wan bi vî zimanî tê girîngiyê didin tirkî.”   FERQA DI NAVBERA DEWLETA TIRK Û FARISAN DE   Ocek bal kişand ser rewşa ziman a milên din ên Kurdistanê jî û diyar kir ku di nava her çar milên Kurdistanê de rewşa zimanê kurdî li Rojhilat baş e. Ocek, da zanîn ku kurdê Rojhilat ti car di nava malên xwe û navbera xwe de farisî naaxive. Ocek, anî ziman ku Rojhilatî dema ku pêwîst be farisî diaxivin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Dewleta farisan weke ya tirkan faşîst nîne. Zimanê wan zimanekî dewlemend e û ji çanda kurdan zimanê kurdan natirsin. Lê tirkî zimanekî dewlemend nîne, heke çanda kurdî bê azadkirin dê demeke kin de wan bin xwe de fetisîne. Lewma li Tirkiyeyê ji ziman û çanda me ditirsin. Lê li vir jî êdî otoasîmîlasyon di dewrê de ye û em bixwe xwe asîmîle dikin. Heta zarokên siyasetmedarên me jî kurdî nizanin. Li gorî nêrîna min, divê zarokên kesên di nava siyaseta kurdan de ezmûn bikin ka kurdî dizanin yan na. Divê ev lêpirsîn bê kirin.”   ‘DIVÊ EM DI MÊJIYÊ XWE DE ŞOREŞEKÊ BIKIN’   Ocek di berdewamiyê de behsa têkbirina bişaftin û otobişaftinê kir û da zanîn ku tişta pêwîst şoreşa di mejî de ye. Ocek diyar kir ku derfetên xwendin û nivîsandina kurdî hene, divê kurd şoreşa xwe ya mêjî pêk bînin û xwe bi xwe perwerde bikin. Ocek di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Divê em xwe ji çanda aborî û berjewendiyê dûr bixin ku em bikaribin şoreşeke çandî û zimanî di welatê xwe de pêk bînin. Heke em vê yekê bikin, ez bawerim dewlet jî dê gavekê biavêje. Dewlet, siyasetmadên me, rewşenbîrên me dinêre û çavderî dike ka ew bi kîjan zimanî civîn, konferans, panelên xwe dikin. Niha ew jî dibêjin kurd di civîn, konferans, panel hwd. de zimanê xwe naaxivin û kolan çend biaxivin jî bandora wê nîne. Divê hemû jiyana me bi zimanê me be. Komeleyek kurdî nikare hevrikiya 10-20 hezar dibistanên tirkî bike.”   Ocek bal kişand ser taybetmendiya Herêma Serhedê û diyar kir ku zimanê Serhedê zimanekî dewlemend e. Ocek bi bîr xist ku hemû dengbêj, şair, stranbêj ji Serhedê derdikevin û sedem jî avhevaya wê ye. Ocek, anî ziman ku ji ber ku Serhed gelek sar e, befir zêde tê milet li hev kom dibe û çîrok, dengbêjî û mamikan dibêjin.   BANDORA KURDÊN ÊZIDÎ   Ocek bal kişand ser bandora olan ya li ser ziman û got ku kurdên êzidî felsefe, bîr û baweriya kurdî ya herî kevn diparêzin. Ocek destnîşan kir ku ereb û farsên ola êzidî an jî kakayî qebûl kirî îbadetên xwe bi zimanê kurdî dikin. Ocek, diyar kir ku miletekî bi zimanê xwe îbadetên xwe dike, zû bi zû winda nabe û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Kurdên misilman niha îbadeta xwe bi erebî dikin û ji bo çanda xwe lawaz in. Ji ber ku gelê kurd ê êzdî bi zimanê xwe îbadeta xwe dikin, bandoreke erênî li ser kurdên din jî kiriye.”   GIRÎNGIYA PIRTÛKÊN ZAROKAN   Ocek ji bo pêşxistina zimanê kurdî çend pêşniyar jî kirin û axaftina xwe wiha bi dawî anî: “Ji bo ku zimanê me pêşbikeve divê ewilî di malan de kurdî bê axaftin. Tiştek din jî ew e ku divê siyasetmedarên me ku pêşengên civakê ne kurdî biaxivin. Hinek kes axaftina bi zimanê kurdî weke kompleks dibîbin. Dibêjin ‘em bi kurdî biaxivin, em ê pê biçûk bibin.’ Lê heke kesên elît û mezin kurdî biaxivin ew jî dê weke mînak wan ji bo xwe hilbijêrin. Ez bawerim wisa bê kirin dê zimanê kurdî roj bi roj geştir û xurttir be. Lê divê pirtûkên zarokan jî zêde bên nivîsin û çapkirin û bigehijin hemû malên kurdan. Divê zarok bibînin ku zimanê wan tê nivîsandin, dibe pirtûk û tê xwendin. Da ku ew jî hevesa hînbûn û xwendinê nîşan bidin.”   MA / Bazîd Evren