Şaredariya Kerboranê jêbirina nivîsên bi kurdî şermezar kir 2024-07-31 10:12:11   MÊRDÎN - Şaredariya Kerboranê bertek nîşanî jêbirina nivîsên hişyariyê yên bi kurdî da û got: “Em vê xerabiya mezin bi tundî şermezar dikin.”    Komên Midûriyeta Giştî ya Rêbejê tevî polîsan duh bi şev nivîsên bi kurdî yên “Pêşî Peya” yên li ser rêyên navçeya Kerboran a Mêrdînê jêbirin. Hevşaredarên Kerboranê Asya Gezer û Azîz Ramazan Akin têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşandin.    Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em van êrişên li dijî zimanê kurdî bi tundî şermezar dikin. Weke Şaredariya Kerboranê me ji bo pêşîlêgirtina qezayan bi kurd nivîsa ‘Pêşî Peya’ nivîsand û ev nivîs rastî êrişeke nîjadperest hat. Weke hevşaredaran em vê xerabiya mezin bi tundî şermezar dikin. Di çarçoveya daxwaza gelê xwe de li şaredariyeyê, li dikan, cihê bazarê, li mal, park, kolan, gund, li Kerboranê û derveyî Kerboranê, em ê li her derê bi kurdî biaxivin. Me soz da ku dê ji bo Kerboranê bixebitin.”