DEM Partî êrişa Îsraîlê şermezar kir 2024-07-31 12:03:18   ENQERE - DEM Partiyê êrişa Îsraîlê ya li Beyrûtê bi daxuyaniyekî şermezar kir û wiha got: “Divê raya giştî ji bo polîtîkayên Îsraîlê yên hêrêmê vediguherandiye cihê agir û ji bo şert û mercên bêpevçûn ava bibe divê têkeve liv û tevgere.    Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan têkildarî êrişa hewayî ya Îsraîlê ku li dijî başûrê Beyrûtê pêk anî, daxuyaniya nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Em vê êrişan ku derveyî hiqûqa navneteweyî ye û hiqûqa mirovane binpê dike şermezar dikin”. Di daxuyaniyê de hat gotin di êrişan de sivîl tên hedefgirtin û hat diyarkirin ku êriş “sûcê mirovahiyê” ye.    ‘GEFA SER GELÊN LI HERÊMÊ YE’   Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Tevî ku hemû dinya li bendê ye ku şer û pevçûn bisekinin, dewleta Îsraîle rê li ber belavbûna qedeke fireh a şer vedike. Gefa Îsraîlê ya li ser Filîstînê qirkirin e û bi vê êrişê, şerê heyî belavkirina Lûbnanê ji gelên herêmê re gefekî mezin e ava kiriye. Em bang li Îsraîlê dikin ku demildest dest ji êrişên xwe berde û li gorî hiqûqa navnteweyî tevbigere.    Me ji destpêka şer haya niha wek DEM Partî anî ziman pevçûn tenê dê bi diyalog û muzakereyên aştiyane bên çareserkirin. Her operasyonên û gotina siyasî ku riya aştî û muzakereyê asê dikin ji gelê herêmê re kişandina êşan behtir tişekî nade jiyîn. Di serî de Neteweyên Yekbûyî divê raya giştî ya navnetweyî, dawî li van polîtîkayên herêmê veguherandine cihê agir bide sekinandin û divê şert û mercên mayînde û bêpevçûn ava bike têkeve liv û tevgerê.”