Nivîsa hişyariyê ya bi kurdî bi hinceta ‘li dijî standartan e’ hate jêbirin 2024-07-31 15:18:47 MÊRDÎN -  Piştî Kerboranê li navçeya Nisêbînê jî nivîsa “Pêşî Peya” bi hinceta “Li dijî standartên destnîşankirina trafîkê yên rêbejê ne” hatin jêbirin.    Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê nivîsa hişyariyê ya “Pêşî Peya” hatibû jêbirin. Niha jî li navçeya Nisêbînê nivîsên bi kurdî hatin jêbirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku di çarçoveya şaredarvaniya pirzimanî de wan li seranserî rêyên nava bajar û lewhayên trafîkê bi zimanê kurdî jî nivîsandine. Bi domdarî hat gotin ku qeymeqamtî û walîtiyê ji şaredariyên navçeyan re nivîsa “Hatiye tespîtkirin ku li dijî standartên destnîşankirina trafîkê yên rêbejê ne” hatiye şandin. Di berdewamê de hat destnîşankirin ku di nivîsê de hatiye xwestin ku nivîsên bi kurdî di nava saetên mesaiyê de bên jêbirin lê di saetên şevê de boyax li ser nivîsan hatiye rijandin û nivîsa hişyariyê ya “Pêşî Peya” hatiye jêbirin.    ‘BERDEWAMIYA ZÎHNIYETA QEYÛM E’   Di daxuyaniyê de hat gotin ku şaredariya wan modêleke ku ol û ziman bi hev re dijîn esas digirin û wiha dom kir: “Em di nava hewldanên pêşxistina pirzimaniyê de ne. Di vê çarçoveyê de jî me li ser lewhayên hişyariyê yên trafîkê û îkonan li gel tirkî, zimanê xwe yê dayikê kurdî jî lê zêde kir. Gelê bajar ev xebata me bi keyfxweşiyeke mezin pêşwazî kir. Lê belê polîtîkayên qeyûm a ku çanda dewlemend a bajarê me ranagire û hewl dide civaka me ji ziman û çanda xwe dûr bixe, li Nisêbîn û Kerboranê êrişeke kirêt li dijî van lewhayên hişyariyê û îkonan kir.”    ‘EM Ê ÇANDA BAJAR BIPARÊZIN’   Şaredariyê ragihand ku tiştên diqewimin zirarê didin pirzimanî û pirçandîtiyê û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ev sepanên bi kurdî ji bo hêsankirina jiyana rojane ya gelê me ne. Nivîsên hişyariyê yên trafîkê yek ji xizmetên sereke ye û me jî bi zimaneke ku her kes baş jê fêm dike nivîsandiye. Ev yek ji bo ewlehî û xwegihandinê girîng e. Ji bo civak hêj bêhtir li hemberî hev sor nebe û rê li ber rageşiyan neyê vekirin, divê tavilê ev sepane bên bidawîkirin. Weke Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê em vê êrişa li dijî pirzimaniyê şermezar dikin. Piraniya xelkê bajar kurd e û ev êriş nayê qebûlkirin. Dê ev êriş nekarin pêşî li xebatên me bigirin. Banga me ji bo meqamên edlî û rêxistinên civaka sivîl ew e ku li dijî van nêzikatiyên nîjadperest, xwedî li vê mijarê derkevin. Ji bo parastina çanda dewlemend a bajar em ê hemû mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin.”