Li Îzmîr û Stenbolê 8 kes hatin binçavkirin 2024-07-31 23:13:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka EGE TUHAYDER’ê Îzmîrê Nîlay Guleser jî di nav de 6 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin. Li Stenbolê jî 2 kes hatin binçavkirin.   Li Îzmîrê polîsan danê êvarî bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinan de Hevseroka Komeleya Xizmên Girtî û Hikumxwaran a Egeyê (EGE TUHAYDER) Nîlay Guleser, Dayika Aştiyê Hanim Sever, Sureyya Gumuş, Dîlaver Keklîk, Halîme Badûr û Ramazan Yavûz hatin binçavkirin. Piştî lêgerîna li malê kesên binçavkirî birin Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê.   Têkildarî sedema binçavkirinê agahî nehat dayîn, 6 kes li Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê tên girtin.   STENBOL   Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) bi armanca bertek nîşanî 23 jinên di meha Tîrmehê de ji aliyê mêran ve hat qetilkirin û qanûna komkujiyê ya ajalan li ser Pira Sogutluçeşme ya Kadikoyê pankarta "Di meha Tîrmehê de 23 jin hatin qetilkirin, kiryar ne ajalên bêxwedî ne" hat daliqandin.   Berdevka SKM'ê ya Stenbolê Leyla Can û endama SKM'ê Dîlara Sû Kalpak ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku jinên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Kadikoya Îskeleyê.